Konferansa Êzidiyan berdewam dike

Konferansa Êzidiyan berdewam dike

Konferansa Êzîdiya ya ku ji aliyê Komîsyona Bawerî û Kêmaran a KCD'ê ve tê organîzekirin berdewam dike.

Konferansa êzîdiyan a ku ji aliyê Komîsyona Bawerî û Kêmaran a KCD'ê ve tê organîzekirin li Amedê berdewam dike. Konferansa duh li salona Resepsiyonê ya Sumerparqê dest pê kir û ji gelek welatan êzîdî beşdar bûn didome.

Konferans ji çapameniyê girtî didome û dê îro di konferansê de mijarên "Pirsgirêkên êzîdî dijîn" û "Ji bo yekîtiya kurdan pêşniyarên çareseriyê" bên nîqaşkirin. Piştî konferansê dê encama konferansê bi encamnameyekê ji raya giştî re bên pêşkêşkirin.

Di konferansê de ruspiyên êzîdiyan; Mîr Tehsîn Seîd, Hazim Seîd, Baba Şêx, ji Suriyeyê Bavê Cemîl, ji Almanyayê Hoşeng Bîroka, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Qeymeqamê Şengalê Dexîl, Feleknas Ûca û gelek êzîdiyên ji Ewropa, Rusya, Ermanîstan, Herêma Federal a Kurdistanê û Suriyeyê hatin tevlî dibin.

Konferans bi axaftina delegeyan berdewam dike.