Konê sersaxiyê yê gêrîla Gulbeden bi girseyî tê ziyaret kirin

Konê sersaxiyê yê gêrîla Gulbeden bi girseyî tê ziyaret kirin

Ji bo gêrîla Mehmet Can Gulbeden (Behcet Urfa) li gundê Qaraqoyunê yê navçeya Siwêreka Rihayê, li gundê lê ji dayîk bûye konê şînê hate vekirin. Ji bo sersaxiyê gel û Rêxistinên BDP’ê yê navçeyan bi girseyî diçin konê şînê serdan dikin.

Ji bo gêrîlayê HPG’ê Mehmet Can Gulbeden (Behcet Urfa) yê ku di şerê navbera 16-19 Mijdarê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de bi 3 hevalê xwe re jiyana xwe ji dest da, li gundê Qaraquyunê yê navçeya Siwêreka Rihayê, lê ji dayîk bûye konê şînê hate vedan. Konê sersaxiyê ku duh hate vedan, dê ji bo 3 rojan vekirî bimîne. Serdanê sersaxiyê li konê ku li ber mala taziyê ya gund hatiye vedan tê qebulkirin. Îro rêxistinên BDP’ê yê navçeya Siwêrekê, Wêranşer, Serêkaniyê û nûnertiya MEYA-DER’ê ya Rihayê û bi sedan welatî çûn konê şînê û ji malbata Gulbeden re sersaxî xwestin.

Li kon êşînê ala PKK’ê, poster û wêneyê gêrîla Gulbeden û pismamê wî gêrîla Behçet Gulbeden (Zîndan) ku di sala 1992’an de jiyana xwe ji dest daye hatin daliqandin. Gelek kesê malbata gêrîla Gulbeden ku li Ewropayê dijîn jî ji bo ser saxiyê hatin gund.

Ji bo jinan jî li ber mala malbata gêrîla Gulbeden serdanê sersaxiyê tên qebulkirin. Dayîk, xweşk û dotmamê gêrîla Gulbeden gelek bi hestewar bûn û li ser lorandin. Di dema lorandinê de flamaya kesk, sor û zer derxistin û li hemberî kesê ku şerxwaziyê dixwazin bi lorandinê bertekên xwe anîn ziman. Dayîk Şemsa Gulbeden ji ber hestewariya xwe bi zor li piya girt û dayîkan wê da runiştandin.

Dê sibê nîvro sersaxî bi dayîna mewlûdê bi dawî bibe.