Salek berê di 21'ê Tebaxa 2011'an de li devera Korteka Qendîlê balefirên şer ên artêşa Tirk li dijî Kurdên sivîl komkujî pêk anîn û 7 Kurdên sivîl ku piraniya wan zarok bûn qetil kir. Duh komkujî li Kortekê ji aliyê xizmên qûrbaniyan û bi sedan kesan ve hate şermezarkirin.
Li devera Kortek a Qendîlê bi boneya salvegera Komkujiya Kortekê bi sedan kes û nuner û partiyên siyasî, rewşenbîr û xizmên kesên ku hatine qetilkirin, merasimek pêk anîn. Bi sedan kesên di nav de nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî hebûn li cihê komkujiyê rêz girtin û komkujî şermezar kirin.
Di merasimê de Endamê Hemwelatîyên Azad û Wekhev Mela Zana Komkujiya Kortek a ji aliyê balefirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin bi tundî şermezar kir. Zana destnîşan kir ku Hikûmeta AKP'ê ya faşist îda dike ku xwe weke hikûmete îslamî dide diyarkirin û wiha got: "Lê belê tam berûvajiyê vê tu eleqeya wan bi îslamyetê re tune ye. Hikûmeta AKP'ê û dîndarê sexte Fethullah Gullen ola pîroz weke amûrek ji bo siyaseta xwe ya sexte bi kar tînin." Zana bang li Hikûmeta Herêma Kurdistan ji kir got "Pêwist e li hember komkujiyê bêdeng nemînin.
Berdevkê PÇDK'ê Wehab Ehmed ji di merasimê de axivî û got: "Di şexsê şehîdên Kortek de tevahî şehîdên tekoşina azdiyê bir tînîn." Ehmed da diyarkirin ku tenê şansê serkeftinê di serhildan û bexwedana gelê kurd deye pêwiste em hemû gelê kurd bê navber kar û xebat bidin meşandin tenê bi vê rêyê em dikarin ji bo şehîdan bibin bersiv.
Di merasimê de peyama Komîteya Şehîdan ya PÇDK, û Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê, Ciwanê Welatparêz û peyama şaredarê binarê Qendîl û Komîteya Şehîdan ya KNK'ê ji hatin xwendin. Xizmên kesên di komkujiya Kortek de jiyana xwe ji dest dan bertek nîşanî bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistan û Dewleta Tirkiye da û anîn ziman ku ev yek nayê qebûlkirin.
Piştî xwendina peyaman bi sedan kesan gorên 7 kesan ziyaret kir û dûa kirin.