Komkujiya Taxa Eşrefiye ya Helebê ku di nava 2 rojan de 20 kes hatin qetilkirin, dê îro li bajarê Qamişlo bi meşekê bê şermezarkirin.
Meşa ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve tê organîzekirin dê saat 14.00’an de li ber Mizgefta Qasimlo dest pê bike. Organîzatorên meşê banga tevlîbûna meşê li gel kir. Her wiha bi wesayîta anonsê jî banga tevlîbûnê tê kirin.