Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê di daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ew Cejna Qurbanê li wan kesan pîroz dikin ku baweriya xwe pê tînin dîn teşeyê jiyanê yê li ser heqî, dadmendî, biratî û xisletên berz in û li gorî van dijîn.
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê diyar kir, Cejna Qurbanê ya Xz. Brahîm diyarî mirovahiyê kiriye û peyam pê daye ku ji bo Xwedê jî mirov nikarin werin gorîkirin û wiha pê de çû, ‘’Lê firewn û nemrûdên serdema me ji pêşiyên xwe gelekî zêdetir, mrovan dikine goriyan berjewendiyên we. Ev li gel qanûna Xwedê jî mirovan dikkujin. Nemrûd û firewnên îro Brahimiyan didarizînin, bi tecrîdkirinê tenê dihêlin, ji gel û pratîkê dûr dixin û hewl didin ku ji kirinên qenc re bibin asteng. Ev zalimiya ku ne dînê îslamê û ne jî baweriyên din qebûl dikin, îro ji hêla wan kesan ve tê kirin ku li ser navê dîn navê Allah ji devê xwe kêm nakin. Weke ku di pirtûka pîroz de tê gotin kesên ku ji dadmendiyê, biratiyê, heq û hiqûqê dûr ketine dîn li dijî dîn bi kar tînin. Ev ji ber ku mirovan bixapînin nirxên pîroz di zimanê xwe digerînin û îbadeta wan jî bi vê mebestê ye. Ev ên ku dîn bi mal û milkbûn û desthilatdarbûnê re wekhev dibînin, li gorî rêgeza pîroz zalim in. Bi Allahê ku wehda wî heq e ev hîlekar bawermendan dixapînin, li ser navê dîn neqenciya mezin bi misilmanan dikin. Ji ber vê rastiyê em bawer dikin ku hemû qenciya herî mezin a ku bawermend bikin ew e ku neyên van lîstikan, van hîle, entrîka, derew û durûtiyan û li dijî van têkoşînê geş bikin.’’
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê bal kişande ser wê ku, herî dawî darbeya leşkerî û dijdareya vê ya li Tirkiyê nîşan da bê ka nirxên îslamî çawa dikarin ji bo desthilatdarî û qesr û siltaniyê çawa têne bikaranîn û wiha pê de çû: ‘’Careke dî hatiye dîtin ku bi dilqê dîn tişta ku armanc dikin ew e ku desthildarbûn û dewletbûyin e. Li Tirkiyê îslam herî pir di dema AKP’ê de bûye qalikê ku ser nîjatperestî, neteweperestî giritiye û bûye amûra siyaseta ku diziyê rewa dike. Bikaranîna îslamê ya ji hêla Erdogan û şurekaya wî ya li dijî cemeta Fethillah, bi kêmanî bi qasî cemeta Fethilat bi taloke ye û ziyanê dide îslamê. Nêzîktêdayina wiha hişk a li dîn ji hişmendiya laîk zêdetir wê ziyanê bigihîne îslamê. Bi wesîleya Cejna Qurbanê banga me ji bo misilmanên Tirkiyeyî careke dî jî ew e ku niyet û kirinê rastî yên wan ku dîn ji bo şerê xwe yê qesrê û siltaniyê dikin amûre bibînin û li ser navê biratiya gelan û aştiya welêt ji van dûr bibin û bawer dikin ku wê bêhtir nêzî rastiya îslamê bin. Bi vê mebestê em ban li hemû misilmanan dikin ku di sefên Îslama Mihemedî de ku bi nirxên demokrasiyê tije ye, bibin yek.
Geşedanên ku li herêma mê têne jiyîn, nîşan dide bê ka çendî pêdivî pê heye ku mirov nirxên demokratîk ên îslamê ji xwe re esas bigire. Bi wesîleya vê cejnê em dixwazin careke dî diyar bikin ku, li dijî dewlet û desthilatdariyê, îslamiya demokratîk ku di navbera gelan de edelat, wekhevî, biratî û yekitiyê û bihevrebûnê esas digire, tekane çare û çareserî ye li hemberî pirgirêkên ku ji bikaranîna dîn rû didin. Îslama demokratîk tam weke di Wesîkaya Medîneyê de hatiye nivîsîn tenê di nav misilmanan de na, ji bo civakên ku ne misilman in jî biratiyê ji xwe re esas digire. Îslama ku wateya wê aştî ye, bi serdestbûna nirxên demokratîk wê pêk were.’’
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê da xuyakirin, di nava gelên Misilman de ku ji aliyê dewletên 'Îslamê' ve tê înkarkirin herî zêde neheqî li gelê Kurd tê kirin û wiha dewam kir: "Êrîşên înkar û tinekirinê yên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk her zêde dibin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd dişibe tecerîda Pêxemberê Îslamê ku li Mekkeyê ji aliyê muşrîkan ve hatibû tecrîdkirin. Êrîşa li dijî Rêberê gelekî, êrîşa li dijî hemû nirxên wî gelî ye. Di vê cejnê de jî zilmeke mezin li vî gelî tê kirin. Çawa kud i hemû sîstemên exlaqî de cihê xwe heye, di ola Îslamê de jî berxwedana li dijî zilmê, maf e. Maf yek ji wehdên Xwedê ye. Kurd li gorî vê wehdê tevdigerin û nîşan didin ku ew yek ji civakên bawermend ên li ser rêya maf e.
Di serî de gelê Kurd, hema hema temamiya alema Îslamê bi şerekî ku rê li ber êşên gelekî giran vedike, dest bi cejnê kirine. Qedandina vê êşê, ji holê rakirina şer û pêkanîna aştiyê bi têkoşînê dibe. Ji ber vê yekê, eger piştevaniya cejnê bibe piştevaniya têkoşîn û berxwedanê, ev yek wê wesîle ku her rojên me di dema pêş de bibin cejn. Bi berxwedana li dijî zaliman, em dikarin deynê cangoriyên wekhevî, edalet û biratiyê bidin. Di demeke bi vî rengî de, yên ku pêwîstiya xwe herî zêde bi têkoşîneke bi vî rengî heye, Kurdistanî ne. Di serî de alim û seydayên Kurd ku di demên krîtîk ên dîroka Îslamê de xizmetên gelekî hêja ji gelên Misilman re kirine, girîng e hemû Misilmanên Kurdistanî vê îmtihanê li gorî kevneşopiya xwe bi ser bixînin. Baweriya me ji vê heye. Bi vê bîr û baweriyê, em cejnê di serî de li malbatên xwe yên şehîdan, hemû alim û seydayên Kurdistanî yên li cem têkoşîna mafdar a gel cih girtine û dua dikin, li hemû Kurdistanî û alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvîdar in wê cejn bibe wesîleya siberojeke azad û aram."