Komên çete Serêkaniyê terk dikin

Komên çete Serêkaniyê terk dikin

Li Serêkaniyê hêzên YPG’ê ji bo ku çete navçeyê terk bikin dem dabû û demeke kin mabû dem tije bibe nêzî 100 endamên çeteyan li biryargeha xwe hatin cem hev û daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê li ser navê komê nûnerekî li sînor daxuyanî da û diyar kir ku, bi kurdan re li hev kirine û îro dê Serêkaniyê terk bikin.

Li navçeya Serêkaniyê ya girêdayê wilayeta Hesekê ya li sînorê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ye, agirbesta di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên ji aliyê Tirkiyeyê ve piştgiriyê dibînin dê îro di demjimêr 16.00’an de bi dawî be. Fermandariya YPG’ê ji bo ku çeteyên bi navê koma Selefî ya ku piştgiriya Guraba El Şam û El Kaîde xwe birê ve dibe, navçeyê terk bike dem dabû. ji bo dem biqede saet man û 100 kesên endamên komên Çeteyan li biryargeha Artêşa Azadiya Sûriye ya li hemberî Mala Mamosteyan hatin cem hev û daxuyaniyek dan.

Nûnerên komên çeteyan daxuyanî da û got wan bi kurdan re li hev kirine û gotin komeke girêdayê wan duh ji navçeyê derketine û yên ku mane jî îro navçeyê terk dikin. Nûneran bang li endamên xwe yên din ku reviya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê kir û got bila şûnde vegerin.