Li Serêkaniyê komên çete yên çekdar ku di pevçûnên duh de 25 windahî dan, îro dîsa êrîş kirin, lê dîsa rastî berxwedana tund a YPG’ê hatin û neçar man xwe paşve bikişînin. Li aliyê din nasnameya endamê YPG’ê ku duh jiyana xwe ji dest dabû, hate aşkerakirin.
Komên çete yên ku li Serêkaniyê ev 4 roj in êrîşî bajêr dikin, lê li hemberî hêzên YPG’ê her carê gelek windahiyan didin û xwe paşve dikişînin, îro dîsa êrîş kirin. Hate ragihandin ku van koman xwestin êrîşî Taxa Xiraba bikin, lê dîsa rastî berxwedanek tund hatin û neçar man ku xwe paşve bikişînin. Hate hînbûn ku li bajêr pevçûn car caran dom dikin.
Di pevçûnên duh de ji komên çekdar 25 kes hatibûn kuştin, 20 kes jî birîndar bibûn.
NASNAMEYA ENDAMÊ YPG’Ê HATE AŞKERAKIRIN
Li aliyê din nasnameya endamê YPG’ê ku di pevçûna duh (22’ê Mijdarê) de jiyana xwe ji dest dabû hate aşkerakirin. Li gorî agahiyên YPG’ê dane, endamê YPG’ê yê ku jiyana xwe ji dest daye Evdilhemîd Misto yê bi nasnav Ciwane. Cenazeyê Misto ku ji gundê Girê Reza yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ye, ji Serêkaniyê birin mala malbata wî ya li Gundê Girê Reza. Cenaze piştre jî, ji bo ku bê definkirin bi sedan wesayitan birin Goristana Şehîd Rûstem ya li Gundê Berkevirê. Merasîma cenaze didome.