Komên çekdar Kurdan dikujin hinek kurd pesnên wan didin

Komên çekdar Kurdan dikujin hinek kurd pesnên wan didin

Di demeke ku li Heleb û Efrînê komên çekdar ên xwe wekî Artêş Azad didin nasîn êrîşî kurdan dikin û komkujiyan pêk tînin de, hinek derdorên kurd li Kobanê meşa piştgiriya Artêşa Azad li dar xist.

Li bajarê Helebê yê Suriyê û bajarê Efrînê ev nêzî hefteyekê ye komên çekdar ên xwe wekî Artêşa Azad didin nîşan dan êrîşî kurdan dikin. Di van êrîşan de 13 welatiyan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Lê di demeke ku êrîşan van koman li derdora Efrînê didomin û li herderê Rojavayê Kurdistanê jî çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin de, hinek derdorên kurd li Kobanê meşa piştgiriya Artêşa Azad li dar xist.

Di meşa ku ji aliyê Encumenî Niştimanî Kurd li Kobanê hate organîzekirin de, sloganên wekî, "Bijî artêşa azad", "Xwedê artêşa azad biparêze" hatin gotin. Lê balkêş bû ku di meşê de qet behsa komkujiyan nehat kirin û nehatin şermezarkirin.