Komên çekdar dixwazin êrîşî Efrînê bikin

Komên çekdar dixwazin êrîşî Efrînê bikin

Piştî êrîşa ji alikê koma çekdar a Ummar Dadîxî ve li ser gundê Qestel Cendo pêk hat, pevçûn berfireh dibin.

Hate ragihandin ku komên çekdar êrîşî gundê Yazıbag jî kirine û xwe amade dikin ku êrîşî bajarê Efrînê bikin. Hate gotin ku di pevçûnan de kuştî û birîndar hene. Pevçûna di navbera komên çekdar û komîteyên sivîl de didome.

Hêjayê gotinê ye ku koma navborî, 28’ê cotmehê êrîş kiribûn û li rastî bersivdana YPG’ê hatin û neçar maşn şûnde vegerin.

Heman komê roja 29’ê cotmehê jî dsaetên nîvro de koma çekdar a Emmar Dadîxî ku tê gotin hêza xwe ji Tirkiyeyê digiree careke din êrîşî gundê Qundê Qestel Cendo yê Êzidiyan kir. Hate gotin koma çeteyan vê carê êrîşî gundên Yazîdax û Qitmê jî kirine. Ji ber vê yekê hêzên YPG'ê dîsa bersiv da û pevçûn rû da. Di pevçûna ku hîn didome de endamekî YPG'ê yê bi navê Mehemet Hemyaşo birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên nêzî Emmar Dadîxî, di pevçûnê de 2 endamên wan hatine kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Tê gotin ku kesê bi navê Emmar Dadixî ku li bajaroka Ezaziyê ya girêdayî Helebê rûdine, Tirkmen e û hêza xwe ji Tirkiyeyê digire. Herwiha hate hînbûn ku hêzên Artêşa Azad jî gelek caran li dijî vê komikê sekiniye.

Herwiha tê gotin navê Emmar Dadîxî wekî "dîktadorê Ezazê" derketiye pêş û beriya niha 11 welatiyên Libnanê revandibûn. Dîsa çend roj beriya niha jî rojnamevana Libnanî yê bi navê Fîda Îtanî revand û hîna li cem wan tê ragirtin. Emmar Dadîxî beriya şoreşê jî wekî yek ji alîgerê herî esasî yê rejîma Baasê tê nasîn.