Komeleya Mafên Mirovan saziyên ser bi Asayîşê ziyaret kir
Komeleya Mafên Mirovan a Rojava, saziyên ser bi Asayîşa Giştî ya Qamişlo ziyaret kir û der barê pirtûka ji 10 xalan de agahî da.
Komeleya Mafên Mirovan a Rojava, saziyên ser bi Asayîşa Giştî ya Qamişlo ziyaret kir û der barê pirtûka ji 10 xalan de agahî da.
Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan a Rojava yên Kantona Cizîrê Derya Remezan, Welîda Hesen, saziyên ser bi Asayîşa Qamişlo ziyaret kirin û der barê pirtûka saziya mafên mirovan a navneteweyî de agahî da.
Heyetê bi yek ji berpirsyarên Asayîşê Ayten Ferhat re hevdîtin kir û di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de der barê xebatên yên ji bo bicihanîna xalên di pirtûkê de hatine destnîşankirin , agahî da.
Heyetê ragihand, ku divê bi taybetî asayîş di vî warî de were agahdarkirin û da zanîn, ku ev yek jî bi semîner an jî perwerdeyê dikare bê kirin. Heyetê pitre girtîgeha Qamişlo ziyaret kir û bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kir.