Komalên Ciwan: Em dengên xwe bi kar bînin û biparêzin

Koordînasyona Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku dengên xwe bi kar bînin û biparêzin.

Koordînasyona Komalên ciwan, der barê hlibijartinan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di herikîna dîroka komarê de her hêza xwest bibe desthilatdar, xwe li ser ol an jî faşîzma sekuler, ku pîvanên kevneşop ên komarê ne bi rêxistin kirine û li ser bingeha dijberiya Kurd siyaset meşandine.

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku ev kevneşopî, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi serketina HDP'ê ku projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bi cihgirtina wê ya li parlamentê re hatiye şikandin got, "Ji ber ku hemû beşên civakê yên ku ji aliyê faşîzmê ve hatin bêdengkirin, yekemcar bi hemû reng û nasnameya xwe re li qada siyasî hatin temsîlkirin.

Koordînasyonê ragihand, ku ciwanên şoreşger ên ku hêviya gelan e, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi wezîfeya mezinkirina têkoşîna kevneşopiya dîrokî rabûne û bi tempoyeke bilind a xebatê re rola xwe lîstine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ciwanan bi tevlîbûna aktîf a li xebatên hilbijartinê re mora xwe danîne binê serketinên mezin.

'BI BERXWEDANÊ BERSIV JI ŞERÊ TINEKIRINÊ RE HAT DAYÎN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, Erdogan û çeteyên AKP'ê yên ku nikarîbûn xwe li destketiya gelê Kurd û eniya sosyalîst rabigirin, li hemberî gelê me û hemû beşên civakê yên berxwedêr dest bi operasyonê kirin û xwestin wan bitirsînin, bêdeng bikin. Ev êrîşên bi komkujiya li mîtînga Amedê re destpê kirin, bi komkujiya li Enqereyê re derketin asta herî bilind. Tevî vê yekê binçavkirin û girtina endamên HDP'ê dewam dikin. Çeteyên AKP'ê, tevî têkçûna di hilbiajrtinê de, li ser ferzên Erdogan ji nû ve hilbijartin derxistine pêş."

Koordînasyonê bal kişand ser vî 'şerê qesrê' yê ji bo desthilatdariya AKP'ê û destnîşan kir ku gelê Kurd bi îlana xwerêveberiyên demokratîk re bi berxwedanê bersiv daye hemû êrîşên tinekirinê û hînê vê berxwedana xwe didomîne.

'JI BO PARASTINA SINDOQAN WEZÎFEYEKE GIRÎNG DIKEVE SER MILÊ CIWANAN'

Koordînasyona Komalên ciwan da xuyakirin ku pêvajoya piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê destpê kir, pêvajoya şoreşa Kurdistanê ye û da zanîn ku di vê pêvajoyê de wê ciwanên Kurdistanê û ciwanên sosyalîst bi coşa şoreşê xwedî li hilbijartinê derkevin.

Koordînasyonê diyar kir ku li hemberî dizîtiya dengan, ji bo parastina deng û sindoqan wezîfeyên girîng dikevin ser milê ciwanên demokrat û sosyalîst û got, "Mîna parastina xendekan divê xwedî li sindoqan bê derketin û werin parastin. Ji ber ku her deng, sîleyeke gelê me ye ku li rûyê çeteyên AKP'ê dikeve. Ji xwe AKP û çeteyên wê, bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re ji Kurdistanê hatine qewirandin. Kêm be jî niha bi tenê li çend cihan tabelayên wê hene û di demeke nêz de wê ciwan wan jî daxînin. Ji bo parastina keda gelê me, girîng e her ciwan û Kurdistanî di vê hilbijartinê de biçe ser sindoqan û deng bi kar bîne. Ev yek wezîfeya welatparêziyê ye."

Koordînasyona Komalên Ciwan bang li hemû ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi taybetî jinên ciwan kir ku biçin dengên xwe bi kar bînin û xwedî li dengan derkevin.