Komalên Ciwan: Dewlet êdî li Kurdistanê ne rewa ye

Komalên Ciwan destnîşan kir, ku dewleta Tirk êdî li Kurdistanê ne rewa ye.

Koordînasyona Komalên Ciwan, bang li hemû jinên welatparêz, şoreşger û sosyalîst kir ku berxwedanê xurt bikin.

Komalên Ciwan bal kişandin ser konsepta şer a AKP'ê û diyar kir ku terora dewletê ya li Farqînê, ji polîtîkayên darbeya 12'ê Îlonê xerabtir tê meşandin. Komalên Ciwan destnîşan kir ku ti rewabûna dewleta Tirk li Kurdistanê nema ye.

Koordînasyona Komalên Ciwan, der barê terora dewletê ya li Kurdistanê bi dijwarî tê meşandin û berxwedana gel de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku AKP'ê ji 5'ê Nîsanê û vir ve bi tecrîda li hemberî Ocalan re li dijî gelê Kurd şer dimeşîne. Komalên Ciwan bal kişand ser êrîşên li Farqînê û ev xal destnîşan kir:

"Hikûmeta AKP'ê ya ku bi beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi êrîşa li Amedê re starta van komkujiyan da, li Pirsûsê bi qetilkirina ciwanên şoreşger û sosyalîst re ev êrîşên xwe derxist radeyeke bilind a bêperwa. Bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, komkujiya Enqereyê, daxwaza tesfiyekirina xwerêveberiyan û qirkirina li hemberî gelê me yê li ber xwe dide, ji bo jinên ciwan ên Kurd bûne dilopa dawî ya sebir fûrandine. Rûyê qetlîamker ê AKP'ê, bi polîtîkayên ji yên darbeya 12'ê Îlonê xerabtir, ku li Farqînê li hemberî gelê me yê bi pêşengiya jin û ciwanan li ber xwe dide dimeşîne,  bi awayekî zelal derketiye holê. 

DEWLET ÊDÎ LI KURDISTANÊ NE REWA YE

Divê ev rastî ji aliyê hemû jinên ciwan baş bê zanîn, ku AKP û Erdogan encama mejiyê mêr ê xwedî çanda destavêtinê ne. Ji ber vê yekê AKP, partiyeke li dijî jin û ciwanan e. AKP bi mejiyê 'ya tu yê tevlî min bibe yan jî tuyê were kuştin, girtin, bê tecawizkirin û bedena te ya mirî wê bi erdê re bê kaşkirin' li Farqînê polîtîkayên komkujiyê dixistiye dewrê û li hemberî rastiya gelê me yê berxwedêr, şer dimeşîne. Bi qedexeya derketina derve re, bi tank û topên xwe re dest bi bomberdûmanê kiriye û bi polîsên xwe yên çete re bi xwînxwarî êrîşî Farqînê dike. Ti rewabûna vê hikûmet û dewletê li Kurdistanê nemaye. Ji me jinên ciwan yekane rêya rizgariyê, pêşengiya ji berxwedana li qadên xwerêveberiyê û li her cihî belavkirina pêngava şoreşger a xwerêveberiyê ya gelê me, ye. Ji bo me wezîfeyeke dîrokî ye ku em metropolên Tirkiyeyê û her cihên Kurdistanê, bi pêşengiya jinên ciwan veguherînin qadên berxwedanê, şerê gel ê şoreşger mezin bikin û Kurdistanê ji hêzên AKP'ê yên çete paqij bikin. Wê bersiva herî baş a li hemberî AKP'ê, bi Farqînkirina her cihî, bi meşandina berxwedana mûezem a ciwanan li her cihî, were dayîn."

DIVÊ CIWAN CIHÊ XWE DI NAVA REFÊN TÊKOŞÎNÊ DE BIGIRIN

Komalên Ciwan di dewama daxuyaniya xwe de ev bang li ciwanan kir:

"Di pêvajoyeke bi vî rengî ya ku hemû jinên ciwan têkoşîna man û nemanê dimeşînin de, bêteredûd ji bo rol û mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bînin divê biherikin nava refên berxwedanê, her şêwe sazîbûyîn û hikûmeta AKP'ê red bikin û cihê xwe di nava têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê ya ku modela jiyaneke alternatîf e, cih bigirin. Meşa di rêya Şehîd Bermal de, ku bi berxwedana xwe ya leheng a li Amedê re bû sembol û bilindkirina alal berxwedanê, wezîfeya bingehîn a her jinên ciwan ên Kurd e. Ji ber vê yekê, ji bo avakirina jiyana azad, parastina xwerêveberiyan parastineke mecbûrî ye. Bi vê bîr û baweriyê em bang li hemû jinên ciwan dikin ku biherikin Farqînê. Hikûmeta AKP'ê ya ku li Cizîrê têk çû, wê bi berxwedanê re li Farqînê jî têk biçe. Li hemberî hemû polîtîkayên qirkirinê yên AKP'ê girîng e jinên ciwan vê sîstemê red bikin, cihê xwe di nava qadên têkoşînê û refên azadiyê yên jiyana alternatîf lê tê hûnandin, bigirin. Jinên ciwan ên li ber xwe didin û pêngava şoreşgerî mezin dikin, wê garantiya azadiya Kurdistanê bin! Roj roja xwedîderketina li berxwedana Farqînê, bilindkirina vî dengê berxwedanê li her cihî ye. banga me li hemû jinên ciwan ev e; li dijî mêtîngeriyê em berxwedanê mezin bikin û bi xwedîderketina li Farqînê re em Kurdistanê azad bikin!"