BI DÎMEN

Koma Dîlok-Semsûr-Konya ya li nava DAIŞ'ê, li Minbicê asê ma

Li Minbicê, ku ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê ve hatiye dorpêçkirin, koma Dîlok-Semsûr-Konya ya li nava DAIŞ'ê asê ma ye. Ev kom hewl dide bi wesayîtên bombebarkirî êrîşan pêk bîne.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li nava bajêr dor li wan hatiye girtin, ji axaftinên wan ên bi rêya bêtêlê dikin tê fêmkirin, ku di nava panîkê de ne.

Bi taybetî çeteyên ji koma Dîlok-Semsûr-Konya ya li nava DAIŞ'ê, bi rêya bêtêlê bi şîfre daxivin.

Ji van axaftinên endamên DAIŞ'ê derket holê, ku amadekariyan dikin ji bo bi wesayîtên bombebarkirî êrîşan bikin.

Axaftina bi rêya bêtêlê ya endamên DAIŞ'ê bi kev re dikin...