Koma çekdar careke din êrîşî Qestelê kir

Koma çekdar careke din êrîşî Qestelê kir

Li bajarê Efrînê, koma çekdar ku ev 4 roj in hewl dide bikeve gundê Qestel Cendo û êrîşan pêk tîne, di saetên êvarê de êrîşî noqteya parastinê kir.

Koma çekdar a bi navê Ummar Dedîxî ku ev 4 roj in êrîşî gundê Qestel Cendo û herî dawî jî gundê Yayîbax kir, di saetên êvarê de, êrîşî noqteya parastinê ya Qestelê kir. Lê wekî her carê rastî berxwedana tund a komîteyên parastinê hatin û paşve vekişiyan. Di encama êrîşa komê de 3 ciwan birîndar bûn. Her wiha heman komê roketek avêt gund, roket li malekê ket, lê tiştek bi tu kesî nehat.

Bi hezaran meşiyan cihê pevçûnê Li aliyê din bi hezaran welatiyên ku li gundê Qestelê kom bûn, heta cihê pevçûnê meşiyan. Li vir 3 Dayikên Aştiyê xwestin bi koma çekdar re hevdîtinê pêk bînin, lê ev daxwaza wan hate redkirin. Li ser vê yekê girse dîsa paşve vegeriya.