KOM: Ya li hember Elturk bêtehemuliya herî qirêj a li dijî jinan e
KOM têkildarî gerîlaya jin Kevser Elturk a piştî hat qetilkirin bedena wê ya hatibû îşkencekirin, hat teşhîrkirin û wêneyên wê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin serwîskirin, got ev bêtehemuliya herî qirêj a li hember jina li ber xwe dide ye.
ANF
MÛŞ
çarşem, 19 gelawêjê 2015, 18:39
Meclîsa Azadiyê ya Jinan (KOM) a ji bo pêkanîna dij mirovî ya li hember cenazeyê gerîlaya YJA STAR Kevser Elturk (Ekîn Wan) ku çû Gimgimê, di daxuyaniya xwe de got, ev bêtehemuliya herî qirêj a li hember jina li ber xwe dide ye.
Hulya Osmanoglû ya li ser navê Meclîsa Azadiyê ya Jinan daxuyanî da got: “Li ser banga Meclîsa Azadiyê ya Jinan rêxistinên jinan, femînîst û wek jinên dixwazin yek bi yek piştevaniya jinan bilind bikin hatine deverên herî germ ên şer, em wek parçeyekî piştgirîdayîna jinan û derxistina holê ya heqîqatên dibînin.
Li navçeyên em diçinê muxalefet heye, li hember pêşnexistina aştiyê, sekinandina muzakereyan, mijûlkirinê, tinehesibandinê , zextan û binçavkirinan îsyan heye. Em dizanin ev dewlet muxalifan bi taybet jî eger ew muxalif jin be qet jê hez nake. Jina li ber xwe dide her dem ji bo dewleta zilam wek tehdîdê hatiye dîtin."
Osmanoglu bal kişand ku pêkanîna dij mirovî ya li hember cenazeyê gerîlaya YJA STAR Kevser Elturk (Ekîn Wan) a piştî hat qetilkirin bedena wê ya hatibû îşkencekirin, hat teşhîrkirin û wêneyên wê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin serwîskirin got, ev bêtehemuliya herî qirêj a li hember jina li ber xwe dide ye. Osmanoglû wiha dewam kir: “We qetil kir. We tazî kir. We îşkence li bedenê wê kir. Ji ber hûn li hember civak û jinan şer dikin.”
Osmanoglû got ku dizanin ev hemû sûcên şer in û wiha dewam kir: “Em dibêjin heta berpirsyar di dadgeha ceza ya navneteweyî de neyên darizandin em dest ji wan bernadin”