Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi mebesta piştgriya girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku ev 49 roj in di greva birçûbên de, dê 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê bê lidarxistin.
Çalakiyên piştgriya girtiyên PKK û PAJK'ê ku ji 12'ê îlonê û vir ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, başkirina şertên girtîgehan û çareserkirina pirsgirêka kurd ketine gireva birçîbûnê, berfireh dibin. Ji bilî bajarên Bakurê Kurdistanê û welatên din ên ku Kurd lê dijîn, kurdên Rojavayê Kurdistanê jî, hem li dijî komên çekdar xwe diparêzin, hem jî piştgiriya xwe ya girtiyên siyasî tînin ziman. Li Bajarê Kobanê jî, bi vê mebestê dê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan dê bê lidarxistin.
Çalakiya ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve tê organîzekirin, dê di 3'ê cotmehê de destpê bike û di 5'ê cotmehê de jî bidawî bibe. Ji bo çalakiya ku dê li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bê destpêkirin, banga tevlîbûnê hate kirin