Kobanê ji DAIŞ'ê re bû dojeh

Bi berxwedana Serzorî re hê di kêliya destpêkê de mesaja 'heta yek sax bimîne, wê Kobanê têk neçe' ji çeteyan re hatibû dayîn. Ev peyam di şexsê her şervan û fermandarên YPG/YPJ'ê de şênber bûbû. Navenda bajarê Kobanê ji bo çeteyan bûbû dojeh.

Di deh rojên destpêkê yên şer de, ji ber hejmara kêm a şervan û çekan, YPG/YPJ'ê xwe bi taktîkî vekişandin û ji ber vê yekê çete nêzî Kobanê bûn. Şervanên YPG/YPJ'ê ku bi hejmareke kêm a şervan û çekan nikarîbûn li pênc eniyên berfireh xeta parastinê bişidînin, sê enî li qadeke teng gihandin hev û ji bo li dora Kobanê xeleka parastinê ava bikin, xwe vekişandin.

Şervanên YPG/YPJ'ê, piştî ku xwe vekişandin êdî eniyên parastinê şidandin û dest bi berxwedaneke fedayî kirin, ku bi dehan şervan û fermandarên YPG/YPJ'ê bi rojan li ber xwe dan û bûn fedayî. Tirs û xofa ketibû dilê çeteyên DAIŞ'ê, di axaftinên bêtêlê de jî xwe dida der; di nava çeteyan de 'sendroma Kobanê' dest pê dikir. Çeteyan soza 'Di nava hefteyekê de wê Kobanê têk biçe' dabûn dewleta Tirk, lê ev hesabê wan têk çûbû.

Piştî ku şer gihîşt qadên nêzî navenda bajarê Kobanê, şervanên YPG/YPJ'ê îmkan dîtin ku bendên xwe yên parastinê bişidînin. Li her qadê derb li çeteyan dixistin, lê dîsa jî ber bi bajêr ve dihatin. Piştî Berxwedana Serzorî li Kobanê yekemîn çalakiya fedayî pêk dihat. Çeteyên DAIŞ'ê li eniya rojava bi pêş ve diçûn. Li dijî çeteyan, şervanê YPG'ê Baran li nêzî gundê Dolê, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û piştre bi bombeyan ket nava çeteyan û bi dehan çete îmha kir. Bi vî awayî bû weke yekemîn şervanê li Kobanê çalakiya fedayî pêk anî, di rûpelên lehengiya destana berxwedanê de cih girt.

'DI HEFTEYEKÊ' DE NEKET'

Êdî Îlon diqediya. DAIŞ  û dewleta Tirk qutifîbûn ji ber ku hesabê wan ê ku digotin wê 'di hefteyekê de bikeve'. DAIŞ'ê hemû hêza xwe dibire Kobanê, êdî çi yê wê hebûya, çek, çete, hovitiya bêsînor, bi her rêbazî êrîş dibir. Tam van rojan, çeteyên DAIŞ'ê li Rojava êdî ber bi navenda Kobanê ve diçû, xwe gihandibû Girê Dolê. Li girê Dolê fermandarên YPG'ê Mahmût Berxwedan, Êrîş Kobanê û fermandara YPJ'ê Zozan tevgera çeteyan dişopandin. Vê navberê Fermandar Êrîş li Berxwedan zîvirî û got, "Heval, binêre, dema ku mirov ji vir dinêre Kobanê xuya dike, çete dema ku hatin vir wê Kobanê bibînin, ez ji vir gavekê jî bi paş ve naçim. Heta ku ez sax bim wê çavê DAIŞ'ê bi Kobanê nekeve. Tenê ku tankên wan di ser cenazeyê min re biçin wê Kobanê bibînin." Fermandara YPJ'ê Zozan jî got ew ê bi paş ve neçe û heta ku çete di ser cenazeyê wan re neçin wê nikaribin ji vir derbas bibin.

Êrîş û Zozan ji şervanê xwe soz stand ku ew ê heta dawiyê Kobanê biparêzin. Çete nêzîk dibûn, bi tank êrîş dibirin ser gir. Çeteyên ku li hemberî berxwedana Êrîş û Zozan nekarîn xwe bigihînin girê Dolê, bi çekên giran êrîş birin ser gir. Êrîş û Zozan bi lehengî şer kirin û soza xwe bi cih anîn; heta ku ew sax bûn çavê çeteyên DAIŞ'ê bi Kobanê neket.

FEDAYÎBÛNA RÊVANA YA YPJ'Ê

Li hemû eniyan her roj, her kêlî çîrokeke lehengiyê rû dida, destana berxwedanê dihat nivîsandin. Li Kobanê şerekî nîzamî nebû. Li dijî DAIŞ'ê ku heta wê rojê çi şerê qirêj û rêbazên hovane yên şer hebûn dixwestin wê bi xwe re bibin asta herî bilind, şerekî fedayî dihate meşandin, ji bo parastina nirxên mirovahiyê. Di ti dema dîrokê de nehatibû dîtin ku hêzeke leşkerî ji bo welatê xwe bi temamî bûye fedayî; beriya Kobanê!

Piştî Şehîd Êrîş û Zozan bi rojekê, li eniya başûr ku şer lê giran bûbû vê carê şervana YPJ'ê Rêvana şehîd bûbû, bi awayekî fedayî. Eniya başûr yek ji wan eniyan bû ku DAIŞ'ê ji ser rêya Helebê re teqwiya dibire wir û şer herî pir lê giran bû. Çeteyên DAIŞ'ê êdî gihaştibûn Aşxaneya Seyranê, piştî vê navenda bajêr a Kobanê bû. Dawiya rojên Îlonê, berêvarkî, Rêvana dît ku Miştenûr ji hêla çeteyan ve hatiye dorpêçkirin, êdî hêrseke wê ya mezin çêdibû li dijî çeteyan ku ji her hêlê ve nêzî bajêr dibû. Ji hevalên xwe re got, "êdî bes e, ez venakişim" Li ber Aşxaneya Seyranê sekinî. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê gihaştî vir, Rêvana li erdê dirêjkirî bû; ji çeteyên DAIŞ'ê heye ku mirî ye, bi dehan jê çûne ser wê sekinîn. Tam di wê kêliyê de Rêvana, bombeyên li ser xwe teqandin û ev der li çeteyan kire dojeh!

HEFTEYA DUYEMÎN

Êdî hefteya duyemîn a şer li paş ma bû. Çete ji rojhilat ve nêzî gundê Helincê bûbûn, nêzî Miştenûrê bûbûn; li başûr beriya ku bigihije Aşxaneya Seyranê, li rojava beriya ku bigihije Girê Îzaeyê gihaştibû gundê Zorava. Çeteyên DAIŞ'ê beriya niha nêzî kîjan gundî dibû li wî bajarî revê dest pê dikir û tirsê. Lê li Kobanê berevajî vê dibû. Şervanên YPG/YPJ'ê çeteyên DAIŞ'ê çi qasî nêzî bajêr dibûn hêrs dibûn li pey hev dibûne fedayî. Mesaj ji DAIŞ'ê re hatibû dayîn: Ji bo bosteke Kobanê wê qiyamet bihatana rakirin.

Li welatê Derwêşê Evdî Kobanê, ruhê wî her kêlî dihate jiyîn. Wan rojan Fermandarê Eniya Rojava Hakî Kobanê got, "Em ê Kobanê bi evîna Derwêş a li Edûlê biparêzin. Di her bosta wê de wê dastanên lehengiyê werin nivîsîn."

Meha Îlonê qediya bû, di rojên pêşî yê Cotmehê de çeteyên DAIŞ'ê ji rojhilat ve gihaştibûn gundê Helincê. Li vir şerê dijwar diqewimî, ji hêla din ve jî bi ser girê Miştenûrê de êrîşan giran  hebûn. Ji başûr Aşxaneya Seyranê derbas kiribûn, ji rêya Helebê ber bi bajêr ve diçûn. Ji rojava jî çete bi tankan êrîş dibirine ser girê Îzaeyê.

Çete di hemû enî û mewziyan de tim teqwiya diguherandin, bêhna xwe didan û bi hemû derfetan êrîş danîn. Şervan û fermandarên YPG/YPJ'ê dev ji bêhnvedanê berdin, carinan eynî rojê neçar diman ku li gelek mewzî û eniyan şer bikin. Piştî dawiya du hefteyan şervan û fermandarên YPG/YPJ'ê ku hema bibêje gelek caran nedikarîn avê bibînin, xwarinê bixwin, şer dikirin, çeteyên DAIŞ'ê û paşmerên wan şaş dihiştin û hijêkirina gelên dinyayê ji wan re çêdibû.

LEHENGIYA EMÎN ERKENDÎ

DAIŞ di meha Cotmehê de dema ku gihaşte gundê Helincê li vir bi pêşengtiya fermandarê mezin ê Şoreşa Rojava Emîn Erkendî komeke biçûk a YPG/YPJ'ê hebû. Ku Helincê biketa çete êdî bi temamî wê girê Miştenûrê bi temamî dorpêç bikirana û eniya rojhilata wê derbasî bajêr bibûna. Erkendî ku tevahiya meha Îlonê li pêşiya şervanan bi lehengî li ber xwe dayî gundê Helince li çeteyan teng kir. Dema ku mirov li newekheviya hêzan dinêre, ku diviya di çend deqeyan de gundê Helincê biketa destê çeteyan, Erkendî ku bi komeke biçûk nedihişt çete têkevin gund bi bêtêlê ji fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê re got, "Heval Meryem, ev deh roj in sekin li me çênebûye, min tiştekî wiha nedîtiye, lûleya çeka min heliya" Fermandar Erkendî, heta dawiyê bi yekîneya xwe re bi lehengî şer kirin, li Helincê şehîd bû. Çete bi temamî gund kontrol kirin. Piştî ku Helince bi dest xistin, ber bi taxên Mektel û Kaniya Kurdan ve çûn, ku ev li pêşiya bajêr bûn.

RÛKEN Û EYLEM RÊ NEDAN

Şervanên YPJ'ê Rûken a Rojhjilatî û Eylem a Bakurê Kurdistanê ku li xendekên taxa Mektelê çete pêşwazî kirin, li hemberî tankên çeteyan şerê xwe kirin û rê nedan wan. Dema ku dibînin çete nêzî Mektelê dibin, gelek cebilxana bi xwe re dibin Rûken û Eylem û gelek ji çeteyan li erdê rast dikin, tankên wan dirûxînin. Şervanên YPJ'ê Rûken û Eylem, heta ku cebilxaneya wan dimîne şer dikin û bi lehengî şehîd dibin.

Piştî berxwedana fedaî ya şervanên YPJ'ê Rûken û Eylem bi rojekê, vê carê li Girê Kaniya Kurdan şervanên YPJ'ê Jiyan Rojhilat û Gulan berxwedaneke bi heman rengî nîşan dan. Çeteyên ku ji Mektelê ketinê, vê carê jî wê Girê Kaniya Kurdan bi dest bixistana û biketana navenda Kobanê. Jiyan Rojhilat û Gulan li Girê Kaniya Kurdan heta berê sibehê li gel hejmara zêde û çekê giran ê çeteyan jî li ber xwe dan û rê nedan ku bikevine Girê Kaniya Kurdan. Piştî berxwedana ku rojekê dom kirî şervanên YPJ'ê Jiyan Rojhilat û Gulan şehîd bûn û çete beriya taxa Kaniya Kurdan ketine Girê Kaniya Kurdan.

HÊRSA ARÎN MÎRKAN

Heman rojan li girê Miştenûrê şer giran bû. Li girê Miştenûrê ku bi çekên giran û tankan êrîş li ser dibû, di navbera çeteyên ku ketibûnê û şervanên YPG/YPJ'ê de şer giran bû. Girê Miştenûrê ku ji bo gelê Kobanê pîroz bû, şahidî ji berxwedana pîroz a şervanên YPG/YPJ'ê re dikir. Girê Miştenûrê li hemberî êrîşa giran bi lehengî bi rojan li ber xwe da û 5'ê Cotmehê kete kontrola çeteyên DAIŞ'ê de. Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan pir hêrs bû ku Girê Miştenûr kete bin kontrola çeteyan. Got "divê derbên mezin li çeteyan were xistin" û biryar da ku çalakiya fedayî bike. Bi biryardariyeke mezin xwe ji çalakiyê re hazir kir, bi hostayî kete nav çeteyan, gihaşt cihê ku çete li hev kom bûbûn û li vir bombe bi xwe de teqand û bi dehan çete kuştin. Çeteyên DAŞ'ê ketibûn bajêr lê heya ku hatibûn vir li hemberî berxwedan û fedayîbûnê ketibû nav tirs û xofeke mezin. Çeteyên DAIŞ'ê çiqas bi pêş diket, baweriya "wê di hefteyekê de xilas bibe" winda kiribû û fêhm kiribû ku wê li Kobanê dojehê bijîn.

'EV BAJAR WÊ JI WAN RE BIBE DOJEH'

Piştî Miştenûrê çete ji rojhilat ketibû taxa Kaniya Kurdan. Li Rojava jî Girê Îzae ketibû destê çeteyan û şervanên YPG/YPJ'ê li girê Til Şeîr û paş wê di xendekan de mewziyên xwe danîbûn. Li başûr jî çete gihaştibûn Goristana Şehîd Dîcle ku li pêşiya bajêr bû.

Van rojan fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê ev gotibû: "DAIŞ wê ji Kaniya Kurdan têkeve bajêr lê ev bajar wê jê re bibe dojeh. Çawa ketine wê ji Kaniya Kurdan werin derxistin."

Êdî berxwedan diket nava bajêr. Hikûmeta Tirk û çapemeniya Tirk, piştî ku Kobanê di hefteyekê de neket xwestin wê têgihê çêbikin ku, "DAIŞ têkeve navenda bajêr Kobanê wê ji ber xwe ve bikeve, wê berxwedan nebe" Ji ber ku wan rojan Erdogan, piştî ku DAIŞ kete bajêr bi gotina, "Ti nema ye ku Kobanê bikeve" hêvî û daxwaza xwe diyar kiribû.

Bersiva Erdogan ku bi çar çavan li bendê bû ji fermandara giştî ya YPJ'ê Meysa Ebdo hatibû: "Tenê di xew de dikare ketina Kobanê bibîne. Berxwedan nû dest pê dike, Kobanê wê ji DAIŞ û paşmêrên wan re bibe dojeh."

Piştî ku DAIŞ kete nava bajêr gotinên Meysa Ebdo û berxwedana bêhempa a şervan û fermandarên YPG/YPJ'ê bi carekê re rast derdiket.

Dema ku DAIŞ ket nava bajêr li ser rûyê Diyar Bagok ku hatibû biryargeha YPG'ê hêrs û biryardariyeke mezin hebû, ji hêrsa kulma xwe dijidand û daxivî. Fermandar Diyar got, "Şer ji nû dest pê dike. Li bejahiya Kobanê çawa kab li wan sist bûn, li navenda bajêr jî wê wiha be. Em ê bi rjhekî fedayî li ber xwe bidin."

SIBE: DIYAR BAGOK DIBE FEDAYÎ