KNK vedigere Kurdistanê!

15. kombûna Civata Giştî ya KNK'ê bi dawî bû. Di kombûna ku Nîlufer Koç û Rêbûwar Reşîd ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin de biryara "Vegera li Kurdistanê" hat dayîn.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 15. kombûna xwe ya Civata Giştî, bi beşdariya 44 partî, rêxistin, partiyên çavdêr û 176 delegeyan, li salona Ardocks Prenses a li paytexta Belçîka Brukselê pêk anî. Di kombûna ku sê rojan dewam kir de, gelek partiyan mesaj şandin. Di nîqaşên li kombûnê hatin kirin de, hat destnîşankirin ku astengiya herî mezin a li pêşiya pirsgirêka Kurd, rewşa bêrêxistinî û belavbûyîna ji hev e. Bi taybetî hat ragihandin, ku sedema bingehîn a êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê, nebûna yekîtiya Kurdan e. Hat bibîrxistin, ku li hemberî vê yekê, ruhê yekîtiyê yê ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî DAIŞ'ê di nava Kurdan de derket holê, pêşketineke girîng e û hat destnîşankirin, ku divê ev yek xizmetê ji yekîtiya neteweyî re bike. Di nîqaşên li Civata Giştî de hat ragihandin, ku pêwîste KNK di dema pêş de bêhtir girîngiyê bide yekîtiya neteweyî ya Kurdan û biryar hat dayîn, ku KNK li Kurdistanê vegere.

Li dû nîqaşan, di encama hilbijartinê de Hevserokên KNK'ê, endamên Konseya Rêveber û Desteya Dîwanê hatin hilbijartin.

'YEKÎTIYA KURDAN XETA ME YA SOR E'

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç, ji bo rexne û nirxandinên der heqê raporan de hatin kirin, bersiv da. Koç got, "Hem Konseya Rêveber a KNK'ê, hem jî hemû komîsyonan xebatên xwe meşandine. KNK ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan di nava hewldanan de ye. Lewma, yekîtiya Kurd hesasiyeta me ya bingehîn e. Hewldanên me jî ji bo vê ye."

Koç sîstema li Başûrê Kurdistanê rexne kir û wiha axivî: "Ji pirsgirêka partiyekê wêdetir, pirsgirêka pergalî heye. Li Başûr pêwîstî bi guhertineke cidî heye. Ji bo vê jî girîng e demokrasiyeke radîkal bikeve meriyetê. Ev yek ne tenê ji aliyê sîstemê ve, ji aliyê hemû qadên jiyanê bi vî rengî ye. Bi taybetî rewşa ku jin tê de ne, pirsgirêkek cidî ye. Pêwîste ev bê çareserkirin."

Koç êrîşên li hemberî Şengalê nirxand û got, "Şengal navenda Kurdan e. Çawa ku me hewl dan qirkirinên weke mînakên qirkirina Dêrsimê, komkujiya Helepçeyê li qada navneteweyî bidin bihîstin, divê em îro ji bo komkujiya Şengalê jî heman tiştî bikin. Şengal xeta sor a welatparêziya Kurd e. Divê berpirsyar hesabê vê bidin. Girîng e em di vê de israr bikin."

'LI DIJÎ TIRKIYEYÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Koç anî ziman ku divê Kurd li hemberî Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin û ev yek destnîşan kir: "Em xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê silav dikin û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin şermezar dikin. Îro bombe li ser Qendîlê dibarin. Gundên Kurdan tên bombekirin. Her wiha bi desteka DAIŞ'ê re AKP êrîşî Rojava dike. Pêwîste em li hemberî van hemûyan dengê xwe bilind bikin."

'EM JI BO AZADIYA OCALAN BIXEBITIN'

Nîlufer Koç bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "KNK ev 16 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixebite. Girîng e ji niha û pê ve jî em vê yekê bikin. Ji ber ku Ocalan destekeke mezin daye KNK'ê. Ji bo pêkhatina yekîtiya Kurdan kedeke mezin daye. Hem endamên PKK'ê hem jî endamên partiyên li derveyî PKK'ê pêwîste vê rola Ocalan bibînin."

Koç bibîr xist ku Kurdistan ne tenê ji Kurdan pêk tê û got, "Kurdistan ji 12 gelan pêk tê. Çi mafên Kurdan hebin, divê yên van gelan jî hebin. KNK mafên van hemû gelan, di heman astê de dibîne."

Hevseroka KNK'ê Koç diyar kir ku ew dixwazin 16. kombûna xwe ya Civata Giştî li Kurdistanê pêk bînin û wiha dewam kir: "Em dixwazin kombûna dema pêş a Civata Giştî ya KNK'ê li Kurdistanê pêk bînin. Ji ber ku 4 parçeyên Kurdistanê jî ji bo vê yekê guncaw in. Zemîna vê îro diafire. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê sîstemek ava bû. Li Bakurê Kurdistanê jî pêvajoya serhildanê heye. Rojhilat jî bi heman rengî ye. Lewma 15. kombûna me ya Civata Giştî kombûna vegera li Kurdistanê ye."

RÊVEBERIYA NÛ YA KNK'Ê

Di 15. kombûna Civata Giştî ya KNK'ê de ji bo Hevserokatiyê Nîlufer Koç û Rêbûwar Reşîd hatin hilbijartin. Endamên Desteya Rêveber a KNK'ê yên hatin hilbijartin jî bi vî rengî ye: Adem Ûzûn, Zubeyîr Aydar, Behrad F., Dilşad Osman, Kameran Merwanî, Tahîr Kemalîzade, Songul Karabûlût, Yilmaz Gunay, Refîq Qafor, Medenî Ferho, Pervîn Saîd, Jiyan Mohammed, Jalal Nexşîbendî, Abdulkerîm Omer, Salah Kadîr, Dr. Herîs Omer Reşîd, Rodî Melek, Zeynep Mûrad û Çîçek Yildiz.

Her wiha ji bo serdema nû 'Desteya Dîwanê ya Navberê' ya ji 25 kesan hat hilbijartin.

ÇEND JI BIRYARÊN HATINE WERGIRTIN

Çend ji biryarên di 15. kombûna Civata Giştî ya KNK'ê de hatine wergirtin bi vî rengî ne:

*Vegera KNK'ê li Kurdistanê.

*Li dijî AKP'ê, pêkanîna meşeke neteweyî ya hevpar.

*Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat bên meşandin.

*Endamên ji çar parçeyên Kurdistanê hatine, cihê xwe di nava komîsyonan de bigirin.

*Ji bo demokratîkbûyîna siyaseta li Başûrê Kurdistanê, proje were pêşkêşkirin.

*Yekîtiya Êzidiyan bê xurtkirin.

*Hevpartiya gelên pêkhateyên Kurdistanê di nirxê stratejîk de bê dîtin û pratîkkirin. Bûyîna xwedî mafên wekhev ên hemû gelan, weke helwesteke neteweyî ya pîvanî bê nirxandin.

*Azadiya jinê ku temînata azadiya civakî ye, li her çar parçeyên Kurdistanê bê pêşvebirin.

*Xwedî li xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê were derketin.

...