KNK'ê qurbaniyên Enfalê bibîr anî

KNK'ê bi daxuyaniyekê, di salvegera 27. de qurbaniyên Enfalê bibîr anî û di serî de Neteweyên Yekbûyî û saziyên humanîter bang li tevahiya cîhanê kir ku li ser vê heqîqetê bisekinin û bi awayekî fermî weke tawanên jenosîdê nas bikin.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê, di salvegera 27. de qurbaniyên Enfalê bibîr anî û di serî de Neteweyên Yekbûyî û saziyên humanîter bang li tevahiya cîhanê kir ku li ser vê heqîqetê bisekinin û bi awayekî fermî weke tawanên jenosîdê nas bikin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi munasebeta 27. salvegera Enfalê ku ji aliyê rejîma Iraqê ve li ser gelê kurd hatibû meşandin û 182 hezar kes hatibûn qetilkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Ev salek din jî bi ser Enfalên reş re derbas dibin. Belê va 27 sal li ser mezintirîn komkujî û jenosîda dewleta Iraqê ya li ser xelkê Başûrê Kurdistanê derbas bûn û hîn jî Enfal û komkujî û tinekirin a li ser gelê me didomin.

Komkujî û qirkirina kurdan bi destê rejîmên dagirkerên Kurdistanê, di heyama sed salên bihurî de, cih û berperên taybet di dîroka gelê me yê Kurdistanê de bi girtine. Her ji jenosîd û komkujiya Dêrsimê bigire heta Amûdê, Kurdên Feylî,  8 hezar Barzanî û rêze komkujî yên li rojhilatê Kurdistanê û heya digehe hewên enfal û Helebce yê. Ew komkujî ya li Başûrê Kurdistanê bi destê rejîma Baasê ya dewleta Iraqê hat encam dan, ew komkujî  mezintirîn û pir êş û azartirîn a gelê Kurd e.  Meynetî û birînên kûr li dû xwe hêlane, ku nêzî 182 000 mirov bi kal, pîr, jin û zarok bûn qurbanî. Bi hovanetirîn şêweyên dije mirovatî yê qetlîamkirinê, bi saxî bin ax kirin û gelek ji wana bi birçîtî  giyana xwe ji dest dan. Ev şêweyê qetlîamê mînaka wê li hemû cîhanê nebû ye. Ev hewla komkujî yê ku li sala 1988’ê hat encam dan, rejîma Bexda yê bi navê (ENFAL) ê nav kir. Kurd û Kurdistanî li her aliyê Kurdistanê, her sal di roja 14.04 de bi roja enfal û qurbaniyan bi bîr tinin.

Mixabin, piştî 24 salan li ser rizgarkirina Başûrê Kurdistanê û xweseriyek azad, asewarên wê komkujî yê hê mayne û ew birîn bi ser vala mane. Li alî yê dadgehên navdewletî ve jî Enfal û hemû komkujiyên din ên bi dirêjîî ya dîrokê yên ku li ser Kurd û Kurdistanê hatin, weke jenosîda li ser gelekî, li gor prensîbên yasayên mafên mirovan ên neteweyên yekgirtî ve nahatîne ser rastkirin. Her çende hewl û pêngav jêre hatîne dan. Lê bi şêweyên heremekî û ne yekgirtî.

Belê îsal birîneka din li ser Enfalên Kurd û Kurdistanîyan zêde bû. Enfal û fermana 74'an a li ser Şengalê û komkujî ya destên reşên terorê terora DAIŞ'ê ye.

Dem hatiye ku Kurd û Kurdistanî bi hev re Enfal, ferman û hemû komkujî yên ku li ser gelê me hatine bi yek dosî, bi yek keys, bi yek deng û bi yek pênase bi dunyayê bidin nasîn. Ew komkujî yên han yek û yeko ji armanca jinavbirina gelên Kurdistanê hatine encamdan, ew hewl û kiryarên dijî mirovahiyê ne û divê dinya, alem, neteweyên yekgirtî û cîhana humanîter li ser vê heqîqetê bi sekinin û bi fermî weke tawanên jenosîd bên nasandin.

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) ne tenê li  roja 14’ê Nîsanê ya Enfal tê bîra me, dibe ku  em her rojên salê hest bi birîn û êşên enfalan dikeyn. Herwesa ji bo gihandina wê bûyerê bo raya giştî û navdewletî û bi jenosîd nasandina Enfalan, di kar û çalakiyên me da dosyayek taybet li ser xebitîne heye, bi taybetî digel Yekîtiya Ewropayê.

KNK roja Enfalên Başûrê Kurdistan ku îsal salroja 27. e, bi erkek mirovî, niştîman û neteweyî dinirxîne. Û di heman dem de gûrî û qurbanîyên enfalê ji dil û can bi bîr tîne û kes û kar û malbatên wana serferaz û pêdar dibîne û silav dike."