KNK'ê êrîşên li Brukselê şermezar kir

Konseya Rêveber a KNK'ê, têkildarî teqînên danê vê sibehê li paytexta Belçîka Brukselê rû dan, ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek da.

KNK'ê êrîş şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest. 

KNK'ê destnîşan kir, ku ev êrîş dişibe çalakiyên komên cîhadîst û wiha dewam kir: "Navenda saziya me jî li Brukselê ye. Em vê êrîşê di heman demê de li hemberî xwe dibînin. Nasnameyên qurbaniyan hînê nehatine eşkerekirin. Beriya her tiştî hemû qurbanî hemşehriyên me ne. Pêkane di nava qurbaniyan de nasên me, dost û hevalên me hebin.

Em gelekî bi vê bûyerê êşiyane. Em careke din sersaxiyê ji gelê Brukselê û Belçîkayê re dixwazin û dibêjin, em piştgiriyê didin wan."