KNK dê biçe serdan Rojavayê Kurdistanê

KNK dê biçe serdan Rojavayê Kurdistanê

Şandeya KNK’ê ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re hat serdana Başûrê Kurdistanê. Cîgirê Serokê KNK’ê Bengî Haco ragihand ku şandeya wan a li Başûrê Kurdistanê dê biçe serdana Rojavayê Kurdistanê. Haco da zanîn ku şandeya wan dema xwest derbasî Rojava bibe, li Başûr hat astengkirin û got; “Em hêvîdar in ku ev kelema ne giştî bin, yên brokratîk bin” û diyar kir ku ji bo biçin Rojava hevdîtinên wan berdewam dikin.

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 9’ê Tebaxê de bi serokatiya Cîgirê Serokê KNK’ê Bengî Haco hat Başûrê Kurdistanê. Haco der barê serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de agahî da û got:

“Gelê Rojavaya Kurdistan piştî ev hevpeymaniya Hewlêr ji ber yekîtiya Gelê Kurd li vî beşê çêbû kêfxweşiya xwe anî ziman. Ev peymanî di heman demê de ji bo yekîtiya Kurd jî pêngavekî girîng bû. Di heman demê de ji bo piştgirî bide ev Desteya Bilind ya Rojavaya Kurdistan li hemû bajarê Rojava xwepêşandanên piştgiriyê li dar xistin û gotin “Desteya Bilind vîna min ya siyasî ye”.”

Haco diyar kir ku li ser ev pêşkeftinên Rojavayê Kurdistanê Kongra Netewiya Kurdistan (KNK) bîryar da ku şandekî rê bikin Başûr û Rojavaya Kurdistan û got; “Di 9’ê Tebaxê şanda me gihişt Başûrê Kurdistanê. Dest bi hevdîtinê xwe kir. Ji armacên sereke hatina Başûr derbasbûna Rojava û ji bo tekezkirin û pişgirîdana hevpeymaniya Hewlêr bi partiyên Kurd yên Rojavaya Kurdistan hevdîtin pêk anîn bû.”

Haco da zanîn ku li ser vê bingehê wan bi rayedarên Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) ofîsa peywendiya hevdîtinek pêk anî û got; “Di encamê ev hevdîtina daxwaza me ya derbasbûna Rojavaya Kurdistan bi erênî hate pêşwazîkirin. Li ser vê em ketin rê û heta ber çemê Dîjle jî çûn. Lê li wir hinek kelem derketin û em zîvirîn. Ev ji bo me cihekî xemgîniyê bû. Her çend hewldanên Desteya Bilind ji çareserkirinê hebû jî, lê tu encam neda. Em hêvîdar in ku ev kelema ne giştî bin, yên brokratîk bin. Û di siyaseta jor ya Kurde nêzîkatiyek wiha nebe.”

Bengî Haco got; “Em niha hevdîtinê xwe yên Başûr didomînin. Heta niha me 4 partiyên Rojava ku sekreterê wan li Hewlêr bûn hevdîtinê xwe pêk anî û dê hevdîtinê me bidomin.”