KJAR: Pêwîst e zindaniyên siyasî azad bibin

Komîteya KJAR a Ewropayê ya der barê kampanyayê azadiya Zeynep Celaliyan de got, “Em mirovên azadîxwaz û bi taybet jin bi hûrmeta van însanan rabin ser piyan û bi yek deng bang bikin.

Komîteya KJAR a Ewropayê ê der barê kampanyayê azadiya Zeynep Celaliyan de got, “Em mirovên azadîxwaz û bi taybet jin bi hûrmeta van însanan rabin ser piyan û bi yek deng bang bikin: “Zindaniyên siyasî pêwîst in ku azad bibin!.” Di piştgiriya  şopandina ji mafên zindaniyên siyasî û têkoşîna aktîf ji bo rizgariya girtiyên siyasî de divê em bi îsrar bin.”

Komîteya Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan(KJAR)'ê ya Ewropayê bi daxuyaniyekê têkildarî kampanyaya azadiya girtiya siyasî Zeynep Celaliyan banga  xwedîderketina li girtiyên siyasî yên di zîndanên Îranê de kir.

KJAR di daxuyaniya xwe de got: “Gelek mirovên azadîxwaz di rêka gihiştina armanc û ûtopyayên xwe, dev ji mal û canê xwe berdan û di vê rêyê de pir zehmetî û êş kişandin û hîn dikişînin. Heta roja ku mirov û mirovahî hebe, têkoşîna ji bo azadî û gihîştina edaletê wê her hebe. Bêguman zalim wê van mirovên azadîxwaz bi  şev û roja xwe bi hev ve girêbidin, da ku vê banga wan a azadiyê bifetisîne.

Girtîgeh sembola despot û dîktatorî ye; girtiyên siyasî jî sembola berxwedanê ya li hemberî vê ne. Her yek ji we ku di dîlitiya Komara Îslamî ya Îranê de dijî sembola berxwedana li hemberî zor û tecawûzê, despot, bêedaletî û xofê ye. Her cûre îşkence û êşa we dibe qamçî / şalaqê (Peitschenhieb) li ser laşê mîlyonan mirovên azadîxwaz ku helwesta wan a bêdeng ji dîktatoriya Komara Îslamî ya Îranê re, di qîrîna we de deng vedide. Felsefe û rêbazên Rêber Apo, ji bo derketina ji vê rewşê li derveyî mirovahiyê, di Rojhilata Navîn û cîhanê de sînor û dîwaran ji holê radike û îradeyeke pûladîn di têkoşîna ji bo azadîxwazî û lêgera edaletê de pêk bîne. Şîrîn ji canê xwe yê  şîrîn derbas dibe, lê ji rûmet û azadiyxwaziya xwe derbas nabe. Ferzad bi hemû êşên ku ji îşkenceya zaliman ku dikê şere qîr dike: “Aso rûne”, heta ku dilê wî yê pak ji lêdanê dixînin. Ferhad jî mirinê wek pirekê dihesibîne, ji bo gihîştina mirovên bi ûtopiyayên xwe. Elî, Hêmin, Bahoz, Fesîh û gelekî din bi fedakirina canên xwe rê ji bo gihîştina azadî û edaleta civakê ronî kirin.

Zeynep Celaliyan jî îro di destên wan zaliman de ye. Ev zalim ku canê  şîrîn, Ferzad, Ferhad û Soran û bi hezarên din standin. Zeynep Celaliyan, çalakgira siyaseta Kurd, di heft salên ku li girtina wê de derbas dibin, pirî caran bi tûşî rastî binpêkirina mafê mirovan hatiye. Hem îşkence bûye û hem di zindanê de ji îmkanên seretayî, ku dibe ji her girtiyê re bê dayîn, bêpar maye.

Zeynep Celaliyan, ku di sala 2008'an de bi tavana hevkarî li gel Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û hewldana çekdarî li dijî Komara Îslamî ya Îranê cezayê sêdarê jêre hat birîn. Ew ceza di sala 2011'an de veguherî dîlgirtina ji bo giştî jiyanê. Li gel ku ew di zindanê de doza xwe derbas dike, lê alîkariya pêwîst ji bo dermankirina nexweşiyên ku di salên zindanê û ji ber îşkenceyên tûş pê e heye, jêre neyên dayîn. Niha, ji bo Zeynep Celaliyan xeteriya windabûyîna çavan heye. Her wekî di salên ku di zindanê de maye, tûşî nexwe şiya îltîhaba rovî û xwîn bûye û pêwîstiya acil bi derman û pisporê heye. Li gel ku malbata Zeynep destnîşan kiriye ku wê mesrafên (Kosten) dermanên wê bide, lê memûrên asayîşê heta niha derketina wê ji zindanê qebûl nekirine. Mirovên azadîxwaz pêwîst in ku di vê mijarê de bêdeng nemînin. Werin, em hemû dest bidin destê hev û sedemên zilm û bêedaletiyê hilweşînin.

KJAR ji hemû jinan û mirovên azadîxwaz dawet dike ji bo azadiya Zeynep Celaliyan ku rewşa tendurustiya wê di xeterê de ye û hem wisa hemû kesên ku bi sebeba bîr û baweriyên xwe ve di zindanên Komara Îslamî ya Îranê hatin dîlgirtin, hewl bidin û piştgiriya xwe carekî din ji hemû zindaniyan re bînin ziman. Em mirovên azadîxwaz û bi taybet jin bi hûrmeta van însanan rabin ser piyan û bi yek deng bang bikin: “Zindaniyên siyasî pêwîst in ku azad bibin!.” Di piştgiriya  şopandina ji mafên zindaniyên siyasî û têkoşîna aktîf ji bo rizgariya girtiyên siyasî de divê em bi îsrar bin.

KJAR radigihîne ku ji hemû zindaniyên siyasî yên li Îranê re piştgiriyê dike û ji bo azadiya wan ku tûşî û îşkenceyên fizîkî û ruhî di zindanên dewleta Îranê de ne heta rizgariya giştî ya wan, wê têkoşîna xwe ya daxwaza maf bidomîne.”