Kişanak: Bulent Arinç hişê xwe xwariye

Kişanak: Bulent Arinç hişê xwe xwariye

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk û Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên AKP’ê yên li hemberî BDP’yî û KDC’yiyan û nerazîbûn nîşan heqaretên li hemberî xwe dan. Hevserokên KCD-BDP’ê gotin; “Şemzînan rastiyek a Tirkiyeyê ye”. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî nerazîbûnek tund nîşanî Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç da û got; “Bi rastî jî hişê xwe xwariye. Dest ji bazirganiya olî berdan, dest bi siyaseta xwînê kirin.”

Heyeta BDP'ê û KCD'ê piştî çûn li Şemzînanê lêkolîn kirin û hatin li avahiya BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlementerên BDP'ê yên Amedê Emîne Ayna û Nûrsel Aydogan tev li civîna çapemeniyê bûn.

TIRSA XWEDÊ DI DILÊ WAN DE TUNE

Destpêkê Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk axivî. Tûglûk anî ziman ku, kesên şer dixwazin li ser şer rantê dimeşînin û siyaset ê dikin. Tûglûk da zanîn ku, ji ber tirsa xwedê di dilê wan de tune û wijdan bi wan re tune, her tim di şer de israr dikin û wiha got: "Ez li vî welatî bi sedan karan di kontrolê leşkeriyê re derbaz bûm. Bi sedan caran rastî lêgerînê hatim. Em dema çûn leşkerên ku dixwastin silavê bidin me ji tirsa newêrîbûn tev bigeriyana. Niha îxdîtar li ser xwînê siyasetê dike. Ger tirsa wan ji xwedê hebûya li ser xwînê siyaset nedikirin. Xweda her kes bi ziman, nasname, reng û baweriyên cuda afirandine. Lê ji ber ku xweda nasnakin û hurmeta wan ji xweda re tune, ji nasname, bawerî û olên cuda re jî hurmeta wan tune.

Niha deriyên sînor yên bazirganiyê li welatiyan tên girtin. Çavkaniyên aboriyê ji ser wan qut dikin. Kesên dixwazin li ser sînor bazirganiyê bikin, li ser sînor tên qetilkirin. Li aliyê din ji me dixwazin ku em zarokên xwe terorîst qebûl bikin. Bila kes ji me teroristiyê nexwaze. Zarokên me ji bo mafê xwe yê edalet, demokrasî azadiyê derketine çiya. Li Kurdan zilm tê kirin. Dixwazin bi kuştinê pirsgirêkê çareser bikin. Dixwazin em jî kuştinê biparêzin. Lê em li dijî vê yekê ji bo çareseriyê û aştiyê di nava hewldana dene. Ji bo em vê rastiyê bi civakê re parve bikin em çûn herêmê. Me dît ku rastî ji Tirkiyeyê tê veşartin. Em bang li hemû raya giştî ya Tirkiyeyê dikin û dixwazin li dijî vê feraseta şer dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin ev rastî ji aliyê her kesî ve bê dîtin û her kes ji bo ronîkirina rastiyê têbikoşe."

'KESÊN DOZA WAN NE MEZIN BIN DERNAKEVIN ÇIYA'

Tûglûk da zanîn ku, wê li wir hestên pri kûr jiya û wiha berdewam kir: "Min li wan çiyan gêrîla dît ez ketim nava hestên pir kûr. Kesên vîna wan û doza wan ya mezin tune be naçin wan çiyan ranahêlin çekan. Ew her tim bi kuştinê re rû bi rûne. Dibe ku çend demjimêr şûnde di pevçûnekê û bombebaranekê de jiyana xwe ji dest bidin. Em vê kuştinê qebûl nakin. Heta îro nêzî 45 hezar mirov hatin kuştin. Ger ku dîsa mirov rahêlin çekan û li çareseriyê bigerin wê demê vînek mezin ji vê yekê re lazime. Ev kes ji bo ziman, nasname, çand û statûya xwe li çiya ne. Divê her kes vê rastiyê bibîne."

PÊKANÎNÊN DEWLET Û HIKÛMETÊ YÊN SALÊN 1990'AN DUBARE DIBIN

Kişanak jî axivî û destnîşan kir ku, li herêmê şerekî pir dijwar heye, lê ji ber zora hikûmetê ya li ser medya tirk, medya vê rastiya şer sansûr dike û kuştiyan vedişêre. Kişanak bilêv kir ku, her çend medya vê yekê veşêre jî rayagiştî ya Tirkiyê êdî hin tiştan dizanin û ev yek êdî nayê veşartin. Dixwazin mirovên li hemberî vê yekê bi hîstiyar û medyayê bêdeng bikin. Kesên li hemberî vê yekê derdikevin jî dixwazin wan wekî ên dijber bidin nîşan û civakê bikin du perçe. Hemû kesên ku li dijî şer rastî gefên hikûmetê tên û wekî dijmin tên îlankirin. Di salên 90'î de jî heman tişt pêk hatin. Me hemûyan bi çavê xwe dît. Dîsa heman tişt dubare dibin."

'RASTIYA ŞER JI GELÊ TIRKIYEYÊ TÊ VEŞARTIN'

Kişanak destnîşan kir ku, li herêmê kuştinên bûyer nediyar pêk tên, lê ev yek tê veşartin û wiha berdewam kir. Di 10 salên dawî de li Tirkiyeye bi hezaran welatî hatin kuştin. Berê wê dîsa 4 hezar gund hatin valakirin û 5 milyon Kurd koçber bûn. Wê demê jî mirovên me bedelên giran dan, niha jî mirovên me bedelên giran didin. Em ji bo li hemberî vê pêkanîna hikûmeta AKP'ê rawestin em vê di nava hewldanan dene. Ji bo em rastiyê bibînin û bi raya Tirkiyeyê re parve bikin em çûn Colemêrgê. Meyda ku bi me re ket herêmê rastiya herêmê dît. Lê dîsa sansûr kir. Dît ku dîwarên malan bi guleyên hawanê û topan hilweşiyane. Dît ku xanî bûne hedefa guleyên top û tangan. Lê disa ev rastî aşkere nekir. Zarokên ku ji ber topan ker bûne dît. Daristanê ku şewitîne dîtin. Bajarê Şemzînanê ku bi maşîneyên zirxî yên teknolojiya pêşketî hatiye dorpêçkirin dît. Lê ev rastî li Tirkiyeyê nayê dîtin. Ji ber ku tê veşartin. Divê her kes rastiya vê derê bibîne û bide kuxayikirin."

KIŞANAK: MEDYA LI VIR VALAKIRINA GUNDAN NABÎNE

Kişanak helwesta medya tirk ya nedîtina valakirina gundan jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Li vir bi zora leşkeriyê û zora gulebarana tang û topan dixwazin gundan vala bikin. Lê welatiyên ji bo demborî hatine li Şemzîanê bi cih bûne ji ber ku di salên 1990'an de carekê gundê xwe vala kirine û birîn û êşa wê dizanin, dîsa naxwazin ji gundê xwe û çavkaniya jiyanê qut bibin. Ji ber ku naxwazin xizanî, bindestî, zilma dewletê dubare bijîn. Lê medya valakirina gundan nabîne û nade nîşandan.

‘2 KÎLOMETRE DÛRÎ QEREQOLÊ GÊRÎLA HENE’

Ger ku topbarana leşkeriyê bi dawî bibe dê welatî dîsa li gundê xwe vegerin. Welatiyên vir naxwazin careke din axa xwe, warê xwe û rezên xwe terk bikin. Naxwazin kanî û rûbarên xwe terk bikin. Dîsa di navbera Şemzînan û Geverê de her ji 10 kîlometreyan Qereqol di nava gundan de hatine avakirin û herêmê gund lê hene didin ber topbaranê. Rez, zevî û daristanên welatiyan û gundiyan dişewitînin. Li wê herêmê hêj şer berdewam dike. Ger ku Tirkiye vê rastiyê nebîne û niqaş neke dê pêşeroja xwe winda bike. 2 kilometre dûrî qereqolan gêrîla hene. Divê Tirkiye vê rastiyê bibîne û çareseriya li gorî aqilane bibîne.

'ARINÇ HIŞÊ XWE XWARIYE'

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî nerazîbûnek tund nîşanî Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç da û got; “Bi rastî jî hişê xwe xwariye. Dest ji bazirganiya olî berdan, dest bi siyaseta xwînê kirin.”

Wezîrê dewletê Şahîn hat vir rastî êrîşê hat. Lê Em hevserokên KCD, hevserokên BDP'ê Serokên Partiyên siyasî yên çepgir bi hev re hatin herêmê. Em li gel çapemeniyê li vir bi pey rastiyê ketin. Li gel her tiştî me xwest rastiya vir bibînin û bidin nîşandan. Em dixwazin li gorî rastiya herêmê li çareseriyê bigerin. Ev tişt bi înkar, veşartin û îmhayê çareser nabe."