Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û parlementerên li gel dê sibe ji bo cejnê bên Amedê.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û komek qelebalix ya parlementerên li gel dê ji bo serdana cejnê û hinek hevdîtinan sibe bên Amedê. Kiliçdaoglû ku dê bi balefirek taybet bê Amedê, piştî cejna Serokatiya CHP’ê ya Bajar pîrozkir, dê serdana Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Walî Mûstefa Toprak û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê bike. Kiliçdaroglû û parlementerên li gel piştî re dê serdana Dêra Miryemê, Mizgefta Ulu û muzexaneya Ahmet Arîf bike û ji bajar derbikeve.