Duh piştî li nêzî navenda polîsan ya Karşiyaka ya Dîlokê teqîn pêk hat û 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 69 welatî jî birîndar bûn, ulkucuyan şevê din li dijî avahiyên BDP'ê êrîş pêk anîn. Di êrîya ulkucuyan de avahiyên BDP'ê hatin şewitandin û îro jî ketinên avahiya BDP'ê ji aliyê polîsan ve hatin qedexekirin.
Duh li nêzî qereqola navenda polîsan teqîn pêk hat. Di teqînê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 69 kes jî birîndar bûn. Piştî teqînê komek ulkucu ku ji nêzî 300-400 kesan pêk dihat êrîşên avahiyên BDP'ê yên navçeya Şehîtkamîlê avahiya Bajar a BDP'ê kirin. Avahiya BDP'ê ya Şehîdkamîlê, Yavuzselîm tev şewitandin û avahiya BDP'ê ya bajar jî camê wê şikandin.
Îro li bajar gelek welatiyan dikanên xwe venekirin. Li gelek nokteyan polîsan dest bi lêgerîn û kontrola nasnameyan kir.
KETIN Û DERKETINA AVAHIYÊN BDP'Ê HATE QEDEXEKIRIN
Piştî li dijî avahiyên BDP'ê êrîş pêk hatin û avahiyên BDP'ê wêran bûn, polîsan ketin û derketina avahiyên BDP'ê li welatiyan û rêveberên BDP'ê qedexe kir. Piştî polîsan li avahiyên BDP'ê yên Yavuzelim û Şehîdkamilê û avahiya BDP'ê ya Bajar lêkolîn kirin û delîl kom kirin, ji avahiyê derketin û xwestin kes nekevin avahiyê. Polîsên ku li serê kuçan rawestiyane destûr nadin endam û rêveberên BDP'ê biçin avahiyên BDP'ê.