Kesên li Silopiyayê hatin qetilkirin ji aliyê dehhezaran ve hatin defnkirin
Cenazeyên 3 welatiyên duh ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin li Silopiyayê ji aliyê dehhezaran ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên 3 welatiyên duh ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin li Silopiyayê ji aliyê dehhezaran ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên 3 welatiyên duh ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin li Silopiyayê ji aliyê dehhezaran ve hatin oxirkirin. Di merasîmê de dayika Tamboga, Zeynep Tamboga wiha got: "AKP'ê çeteyên DAIŞ'ê anîne Silopiyayê û bi wan êrîşî gel dike. Deh kurên min hebin ez ê ji bo gelê Kurd û Serokatiyê feda bikim."
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê cenazeyên 3 welatiyên ku duh di encama êrîş û terora polîsan de hatibûn qetilkirin ji aliyê dehhezaran welatiyan ve hatin oxirkirin. Duh danê sibê polîsan bi wesayîtên zirxî xwestin bikevin taxên Zap û Herekolê û li ser nerazîbûna gel û ciwanan polîsên Tirk welatiyê bi navê Hamdi Ulaş, Kamuran Bilin û Mehmet Hidir Tamboga qetil kirin. Îro piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya cenazeyên her 3 welatiyan anîn Mizgefta Mekkeyê. Piştî wecîbeyên olî welatiyan cenazeyên her 3 welatiyên hatine qetilkirin hildan ser milê xwe û li gel Parlamenterên HDP'ê yên Şirnex Leyla Birlik, Ferhat Encu û Aycan Îrmez, hevşaredarên herêma Şirnexê, hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên Şirnexê, endamên KJA, MEYA-DER, Dem-GENÇ û gelek Saziyên Civaka Sivîl bi dehhezaran welatî ber bi Mizgefta Şehîdan a li Taxa Kobanê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û her sê welatiyên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Bi dehhezaran welatiyan bi yek dengî dirûşmên, "Şehîd namirin" , "Tolhildan" , "PKK gel e, gel li vir e" , "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin.
Piştî girse gihişt goristanê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê rêz hat girtin û Hevserokê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Kasim Yîgît sersaxî ji malbatên her 3 welatiyan û gelê Kurd re xwest. Yîgît diyar kir ku şerekî taybet li ser gelê Kurd tê meşandin û ev tişt anîn ziman: "Şerê li taybet ê li ser gelê Kurd û Tirkiyeyê tê meşandin ji Pirsûsê destpê kir û îro qetlîamên xwe li Silopiyayê didomînin."
'BILA SEROKKOMAR Û SEROKWEZÎR BAŞ BIZANIN KU WÊ GELÊ BOTANÊ HER LI BER XWE BIDE’
Yîgît got ku ew feraseta serê zarokan jê dikirin îro jî li Sîlopiyayê li ser kar e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ti ferqa feraseta ser jêdikin û van qetlîaman pêk tîne tineye. Lê gelê Kurd bi salan e li ber xwe dide û wê nexêrxwazên vî gelî ti dem bi ser nekevin. Ew nexêrxwaz wê bi berxwedana vî gelî di xezeba xwe de bifetisin."
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç jî di kesayeta her 3 welatiyên hatine qetilkirin de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha axivî: "Bila Serokomar û Serokwezîr baş bizanin ku gelê Botanê dê her li ber xwe bide û tu dem serê xwe li hember wan netewîne. Gelê Botanê dê li hember van hovitiya her û her li ser piyan be û li ber xwe bide."
'TIŞTA BI SERÊ ME DE HAT BI SERÊ ERDOGAN JÎ WERE'
Parlamentera HDP'ê ya Şirnex Leyla Birlik jî got ku piştî têkçûyîna AKP'ê ya 7'ê Hezîranê li hember gelê kurd polîtîkayên qetilkirinê dane destpêkirin û ev tişt anî ziman: "AKP'ê li hember gelê me polîtîkayên, girtin, kuştin û qetilkirinê dane destpêkirin. Lê gelê Silopî bi berxwedana xwe nîşan da ku dê ev polîtîkayên qirêj têk biçin."
Dayika Tamboga, Zeynep Tamboga got ku kurê wê şehîdê hemû gelê Kurd e. Dayîk Tamboga anî ziman ku kurê wê bêyî ku şer bike hate qetilkirin û axaftina xwe wiha domand: "Kurê min sivîl bû, nû ji xew rabibû û dema derket ber derî hate qetilkirin. Tişta bi serê me hat bi serê Erdogan jî were. AKP'ê çeteyên DAIŞ'ê anîne vir û bi ser gelê me de rê dike. Min deh kur hebin ez ê ji bo Serokatiyê û vî gelî feda bikim."
Apê Ulaş, Sadik Ulaş û bavê Bilin, Cemal Bilin jî gotin ku ew tenê ne şehîdên malbatê şehîdên hemû gelê kurd in.
Piştî axaftinan cenazeyên her 3 welatiyan bi diruşm û çepikan hatin definkirin û welatî bi girseyî ji bo sersaxiyê çûn mizgefta Mekkeyê.
Ji aliyê din ve dema dehezaran welatiyan cenazeyên her 3 welatiyan oxir dikirin polîsan bi dehan wesayîtên zirxî derdor dorpêç kirin û di nava bajêr de tûr diavêjin.