Li navçeya Kovanciyan ya Xerpêtê rêveberê BDP'ê yê Kovanciyan Hafpî Yildirim bi hinceta cezayê wî heye hate binçavkirin û girtin.
Li navçeya Kovanciyan ya Xerpêtê rêveberê BDP'ê yê Kovanciyan Hafpî Yildirim dema polîsan kontrola rê dikir, bi hinceta cezayê wî heye hate binçavkirin. Polîsan piştî Yildirim binçav kirin bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" û rasti 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye derxistin edliyê û girtin. Yildirim şandin Girtîgeha Tîpa M ya Çewlîkê.