Kesê du meh bû winda termê wî hate dîtin

Kesê du meh bû winda termê wî hate dîtin

Kesekî du meh berê ji mala xwe ya li navçeya Pasûra Amedê derket û agahî ne jê nehate girtin, li bejahiya Dîktepe ya navçeya Bismila Amedê şivana termê wî dît.

Li gorî agahiyên hatine girtin, Felemez Barût yê ji gundê Bagcilar yê navçeya Pasûrê piştî ji mala xwe derketî qet agahî jê nehatine girtin. Şivanekî ku li gundê Dîktepe yê navçeya Bismila Amedê nêzî Êlihê lawirên xwe diçerandin, li bejahiyê termê zilamekê dît û agahî da cendirmeyan.

Cendirmeyên ku çûne cihê bûyerê tespîtkirin ku, terim yê aydê zilamê binavê Felemez Barût yê 45-50 saliye. Piştî ku terim ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê, dan xizmên wan yên li navçeya Pasûrê.

Felemez Barûtê mirî hate dîtin, li gundê Bagcilar yê Pasûrê hate defin kirin.