Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Şoreşgeriya Apê Karker ê Arnavût wê di şoreşa Rojava û tevahiya Kurdistanê de bijî. Ev ruh wê tevahiya Rojhilata Navîn azad bike û li ser bingeha azadî û biratiyê hemû gelan bigihîne jiyana demokratîk a komunal."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku Şoreşa Rojava mezintirîn piştgiriya enternasyonalîst a salên dawî derxistiye holê. KCK'ê destnîşan kir ku kombûna gelan li dora Berxwedana Kobanê ev piştevanî derxistiye asta herî bilind û got, "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, vegotina herî şênber a vê yekê ye. Di serketina Berxwedana Kobanê de jî ev helwest diyarker e."
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Mirovê giranbuha, enternasyonalîstê mezin Apê Karker Kobanê (Rifat Horoz) ê Arnavût ku di serketina Berxwedana Kobanê de roleke mezin lîst, di komkujiya DAIŞ'ê ya li Kobanê de şehîd ketiye" û ev xal hat destnîşankirin:
"Em vî şehîdê xwe bi mînetdarî bibîr tînin û bawer dikin ku Kobanê ya ji ruhê sosyalîst ê Apê Karker, wê bi vexwarina şerbeta têkneçûnê re her şêwe êrîşan têk bibe.
Şehîd Karker ê Arnavût, bi dagirkeriya DAIŞ'ê ya li Kobanê re hat Pirsûsê û li ser sînorê Kobanê bi heman piştgiriya Berxwedana Kobanê kir. Weke şoreşgerekî ku gelê li Pirsûsê destek dida Berxwedana Kobanê jê moral digirt, ji roj û bi şev ji bo serketina Berxwedana Kobanê tevgeriyaye. Li ser sînor pirtûkxaneya berxwedanê vekiriye û ji bo berxwedan li vê derê bê meyandin û xurtkirin, ketiye nava hewldanên mezin.
Di Berxwedana Kobanê de gelek ciwanên enternasyonalîst jiyana xwe ji dest dan. Hevrê Rifat Horoz jî bi hêz û enerjiya xwe re, weke yek ji lehengên herî mezin ên berxwedanê, cihê xwe di nava Şoreşa Rojava û dîroka mirovahiyê de girtiye. Heman piştî serketina Kobanê derbasî Kobanê bûye, weke hêza moralê ya şoreşê di refên herî pêş ên xebatên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ji xweliyên xwe, cih girtiye. Rastiya Kobanê di şexsê xwe de nîşanî tevahiya cîhanê daye.
Ev şoreşgerê zana, Apê Karker ê Arnavût ê ji Sînopê yê ji bo bibe hêza moralê ya gel jiyana xwe kir gorî, di êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê de, tevî bi sedan jin, zarok, ciwan û extiyarên mîna xwe hat qetilkirin. Ruhê xwe tevlî ruhê Berxwedana Kobanê kiriye. Kobanê ne êdî ji bo xwe tenê, bi şoreşgerên enternasyonalîst, bi gelên cîhanê yên di Rojava Kobanê ya Cîhanê de rabû ser piyan re bû navenda berxwedanê ya mirovahiyê, veguherî bajarekî navenda moralê. Şoreşa Rojava û gelê Kobanê wê Apê Karkerê Arnavût ji bîr neke, hesreta wî, bi avakirina Kobanê û jiyana demokratîk û azad re tacîdar bike.
Şoreşgeriya Apê Karker ê Arnavût wê di şoreşa Rojava û tevahiya Kurdistanê de bijî. Ev ruh wê tevahiya Rojhilata Navîn azad bike û li ser bingeha azadî û biratiyê hemû gelan bigihîne jiyana demokratîk a komunal."