KCK: Pêwîst e li hember komkujiyan têkoşîna demokrasiyê hê zêdetir bê hevparkirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Komkujiya Madimak a Sêwasê ya yek ji komkujiyên herî hovanê yên dîrokê şermezar kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Komkujiya Madimak a Sêwasê ya yek ji komkujiyên herî hovanê yên dîrokê ye şermezar kir. KCK’ê got, “Demokrasî û azadî û têkoşîna civakên rêxistinkirî pêk tê û pêş dikeve. Lê bi tena serê xwe ku têkoşîn têra jiyana azad û demokratîk nake di serî de Elewiyan tevayî hêzên demokrasiyê pir baş fêm kirine. Di nav HDP’ê de hatine gel hev û pêşxistina têkoşîna hevpar encama vê zanebûnê ye. Pêwîst e Elewî bi vê zanebûnê ji niha û pê ve bi hêzên demokrasiyê re têkoşîna xwe hê zêdetir hevpar bikin û li ser vî esasî di demokkratîkkirina Tirkiye û azadiya Elewiyan de rola xwe bilîzin. Wê bersiva herî baş ya ji Şehîdên Komkujiya Madimakê re bersiva herî baş e.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi wesîleya Komkujiya Madimakê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê bibîr xist ku li ser Komkujiya Madimakê ya Sêwasê ya yek ji komkujiyên herî hov a dîrokê 22 sal derbas bûye. KCK’ê got: “Lê belê li ser Elewiyan hê jî qirkirina baweriyê û tehlûkeyên komkujiyê didomin. Kesên duh Elewî qetil kirin, îro Elewiyan wek civakeke bi tehlûke nîşan didin û kirine hedef. Bi taybet piştî Berxwedana Gezî hikûmeta AKP’ê ya Elewî wek hedef nîşan da, dide xuyakirin ku ne zîhniyeta dewletê û ne jî zîhniyeta kevneşopiya AKP’ê ji nav derketiye hatiye guhertin. Bi taybet polîtîkayên mezhebperestî yên AKP di nav Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk tîne, zemîna civakî û psîkolojiya komkujiyên wek Komkujiya Madimakê hê zêdetir kiriye.”

KCK'ê da xuyakirin ku bi Komkujiya Sêwasê ya sala 1993'an re hatiye xwestin, pêşî li Elewiyan bê girtin ku xwe negihînin Tevgera Azadiyê ya Kurd û têkoşîneke hevpar nemeşînin. KCK'ê got, "Bi çavsorî êrîşî Berxwedana Gezî kirin û bi gotina 'Elewî bi giranî tevlî vê berxwedanê bûye' re Elewî hedef nîşan dan. Ev yek encama tirsa ji têkoşîna hevpar a hemû hêzên demokrasiyê ye. Di tevahiya dîroka Komara Tirkiyeyê de dewlet û hikûmetan bawerî û nasnameya Elewiyan înkar kirin û ji bo bi hêzên demokrasiyê re têkoşîneke hevpar nemeşînin, polîtîkaya şerê taybet meşandin. Yek ji civatên li Tirkiyeyê herî zêde rastî polîtîkaya şerê taybet hat, Elewî ye. Eger di roja îro de hînê beşek ji Elewiyan li cem dewletê bin, parçebûna Elewiyan ji hin aliyan ve dewam dike, sedema vê şerê taybet ê li hemberî Elewiyan hatiye meşandine.

Di 2'ê Tîrmeha 1993'an de bi Komkujiya Sêwasê re ji aliyekî ve hewl hat dayîn bi afirandina tirsa ol û şerîetê Elewî bi dewletê ve were girêdan, lê li aliyê din bi Komkujiya Madimakê re hişmendiya lêpirsîna li dewletê û li ser vê bingehê afirandina rêxistinbûyînên cewherî, zêde bûye. Eger di roja îro de Elewî di asteke girîng de xwe ji dewletê vedigirin; di şexsê HDP'ê de bi hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê re dibe yek, ev yek bi lêpirsînê re fêmkirina Komkujiya Madimakê û encama pêşketina feraseta têkoşîn û hişmendiya helwesta hevpar a hêzên demokrasiyê ye."

'JI ALIYÊ CIVATA ELEWÎ VE PÊŞKETINÊN ŞOREŞGERÎ DERDIKEVIN HOLÊ'

KCK'ê got, "Ji aliyê civata Elewî ve di roja îro de pêşketinên şoreşgerî derdikevin holê" û ev xal destnîşan kir:

"Li ser bingeha nasname û rêxistinbûyîna xwe di nava têkoşîna demokrasiyê de cih digire, bi nûnerên xwe re li Meclîsê tê temsîlkirin. Di roja îro de di şexsê HDP'ê de sîstema siyasî û civakî ya xwe dispêre yek etnîsîte û yek baweriyê hilweşiya ye; ji bo avabûna sîstemeke nû ya siyasî û civakî ku xwe dispêre neteweya demokratîk, gaveke mezin hatiye avêtin. Di nava vê gavê de Elewî xwedî cihekî girîng e. Cihgirtina Elewiyan bi rêxistinbûyîna xwe ya cewherî re di nava têkoşîna demokrasiyê de û weke pêkhateyeke girîng a neteweya demokratîk meşandina têkoşîna hevpar di bin sîwana HDP'ê de, bersiva herî baş a ji Komkujiya Madimakê ya li Sêwasê re hatiye dayîn e. Di serî de Elewî hemû civatên etnîk û baweriyan, di serî de sosyalîst hemû pêkhateyên hêzên demokrasiyê yên îro di bin sîwana HDP'ê de cih digirin, nîşan didin ku armanca Komkujiya Madimakê pûç bûye.

Bi Komkujiya Madimakê re hat xwestin ku hêzên demokrasiyê bi taybetî jî Elewî bên tirsandin û ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bên dûrxistin. Lê belê ev têkoşîna hevpar a Elewiyan, hêzên demokrasiyê û sosyalîstan a bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re radixe pêş çavan, ku şervanên qirêj ên taybet ên salên 1990'î bi ser neketine."

‘PÊŞXISTINA RÊXISTINBÛNA ELEWIYAN GIRÎNG E’

Hevserokatiyê got ku pêşxistina rêxistina Elewiyan girîng e û got: “Demokrasî û azadî û têkoşîna civakên rêxistinkirî pêk tê û pêş dikeve. Lê bi tena serê xwe ku têkoşîn têra jiyana azad û demokratîk nake di serî de Elewiyan tevayî hêzên demokrasiyê pir baş fêm kirine. Di nav HDP’ê de hatine gel hev û pêşxistina têkoşîna hevpar encama vê zanebûnê ye. Pêwîst e Elewî bi vê zanebûnê ji niha û pê ve bi hêzên demokrasiyê re têkoşîna xwe hê zêdetir hevpar bikin û li ser vî esasî di demokkratîkkirina Tirkiye û azadiya Elewiyan de rola xwe bilîzin. Wê bersiva herî baş a ji Şehîdên Komkujiya Madimakê re be.

Em Komkujiya Sêwasê careke din bi nefret şermezar dikin, em şehîdan bi rêz û hurmet bibîr tînin; Em soza ku hesretên wan di nav têkoşîna xwe ya neteweya demokratîk û Tirkiyeya demokratîk de bidin jiyîn dubare dikin.”