KCK: Pêvajo di nuqteyeke xetere, krîtîk û bidawîbûnê de ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Divê em ragihînin, ku ji bo me pêvajo bi 15'ê Sibatê re ketiye rewşeke xetere, krîtîk û li ber bidawîbûnê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku di mijara pêvajoyê de Hikûmeta AKP'ê ti gav neavêtine û got, "Ji ber van polîtîkayên dûrî muzakereyê û hevnegirtî yên AKP'ê, mafê me derketiye holê ku em pêvajoyê û nêzîkatiyên AKP'ê bi awayekî cidî lêpirsîn bikin. Weke tevger, em di qonaxa wergirtina biryarên nû û lêpirsîneke krîtîk û cidî de ne." KCK destnîşan kir ku pêvajo bi 15'ê Sibatê re ketiye rewşeke xetere, krîtîk û li ber bidawîbûnê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku desthilatdariya AKP'ê, bi daxuyaniyên xwe yên yekser û neyekser ên der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera wan de hewl dide li gorî xwe rayeke giştî biafirîne û got, "Bi rêya navgînên medya û çapemeniyê yên nêzî xwe re bi israr polîtîkaya afirandin û birêvebirina têgihitinê, dimeşîne. Gelek nivîskar, çapemenî û medya nêzî AKP'ê îdîa dike ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li benda daxuyaniyekê ne. Erdogan bêhtir zêde gavî kir û bi zimanekî serdestan got, 'Di van rojan de em li benda daxuyaniyê ne. Lê ya girîng ne daxuyanî ye. Em ê binêrin ka vê carê wê çekan deynin yan na' hwd."

KCK'ê got, "Li hemberî vê yekê em jî dibêjin, ku ya girîng ne demagojiya 'pêvajo baş dimeşe' ye" û ev xal destnîşan kir: "Em binêrin ka vê carê desthilatdariya AKP'ê bêyî wext derbas bike hema sibê bi awayekî fermî dest bi muzakereyê bike yan na? Wê heyeta şopandinê ava bike û ev heyet wê demek berî demekê bi Rêber APO re hevdîtinê bike? AKP, eger der heqê çareseriya pirsgirêka Kurd de polîtîkayeke xwe hebe wê vê aşkera bike û gavên şênber biavêj? Ya herî girîng jî, li pêşberî pêşnûmeya muzakereyê ya Rêber Apo bi tevgera me û tevgera me jî bi raya giştî re parve kiriye, ti gav avêtiye yan na?"

'DIVÊ AKP DEST JI BENDEMAYÎNA DAXUYANIYÊ BERDE Û GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE'

KCK'ê destnîşan kir ku divê AKP dest ji bendemayîna daxuyaniyê berde û gavên şênber biavêje û got, "Girîng e dest ji polîtîkaya mijûlkirinê berde. Pêwîte ji raya giştî re aşkera bike ku çima heta niha li dora maseya muzakereyê rûneniştiye. AKP a ku di zîhniyetê xwe de ti guhertin nekiriye û di pêkanîna pratîkî de ti gav neavêtiye, nehatiye muzakereyê, gelo bi kîjan rûyî û bi kîjan exlaqa polîtîk li bendê ye Rêberê Gelê Kurd û tevgera me daxuyaniyê bide. Muzakereyên ku diviyabû di 15'ê Sibatê de destpê bikira û gelekî bi pêş ve biçûya, hînê ji aliyê AKP'ê ve nehatiye destpêkirin. Halbûkî 15'ê Sibatê ji bo me gelekî girîng bû. Ji ber van polîtîkayên dûrî muzakereyê û hevnegirtî yên AKP'ê, mafê me derketiye holê ku em pêvajoyê û nêzîkatiyên AKP'ê bi awayekî cidî lêpirsîn bikin. Weke tevger, em di qonaxa wergirtina biryarên nû û lêpirsîneke krîtîk û cidî de ne."

KCK'ê ragihand ku Ocalan pêşnûmeya muzakereyê di hevdemiyê de ji dewleta AKP'ê û tevgera wan re ragihandiye û got, "Di encama nîqaşên berfireh ên hemû pêkhateyên tevgera me de, em ji raya giştî re bi awayekî vekirî û zelal ragihand ku em destekê didin pêşnûmeya muzakereyê ya Rêberê xwe û em li dû wî ne. Di heman daxuyaniyê de bi heman zelaliyê me destnîşan kir, ku bi qasî pêşnûmeya muzakereyê em girîngiyê didin teqwîma pêkanîna muzakereyê. Lê belê li pêşberî vê sekna zelal û biryardar a Rêberê me û tevgera me, AKP'ê careke din polîtîkaya mijûlkirinê meşand û di vê de israr kir. Li şûna derxistina qanûnên demokratîk û avêtina avên pratîk ên şênber, di bin navê pakêta ewlekariya hundirîn de qanûnên faşîst derdixîne. AKP çiqasî dixwaze bêje demokratîkbûyîn, pêvajo û muzakere bila bêje, bi qanûna ewlekariya hundirîn de bi awayekî zelal xuya dike ku ev hemû gotin û demagojî ye. Zîhniyetekî ewçend li muzakere, demokrasî û çareseriyê girtî ye, derketiye holê ku di mijara demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de nikare ti gavê biavêje."

'PÊVAJO BI 15'Ê SIBATÊ RE HAT NUQTEYEKE XETERE, KRÎTÎK Û BIDAWÎBÛNÊ'

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû:

"Pêwîste AKP êdî demagojî, polîtîkayên ji bo afirandina têgihiştina sexte û mijûlkirinê biterikîne. Samîmiyet û cîdiyeta wê ya li diyalogên bi Rêber APO re, wê bi hema sibê destpêkirina muzakereyê, avakirina heyeta şopandinê, hevdîtina heyeta şopandinê bi Rêber Apo re û li ser vê bingehê bi avêtina gavên şênber bi lez û bez, wê derkeve holê. Naxwe em dixwazin ragihînin ku ji bo me pêvajo, bi 15'ê Sibatê re hatiye nuqteyeke xetere, krîtîk û bidawîbûnê."