KCK: Newroza 2016 bûye kongreya gel

KCK'ê, gelê ku ji bo pîrozkirina Newrozê daket qadan silav kir û da zanîn, ku têkoşîna azadiyê wê Dehaqên serdema îro bixîne gora zaliman.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser encamê pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, tevî hemû êrîş û gefan, gelê Kurd biryardariya xwe ya di têkoşîna 'Rêberê Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk' de nîşan daye.

KCK'ê, gelê ku ji bo pîrozkirina Newrozê daket qadan silav kir û da zanîn, ku têkoşîna azadiyê wê Dehaqên serdema îro bixîne gora zaliman.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist, ku Newroza 2016'an di nava rewşeke ku desthilatdariya AKP'ê ji bo şikandina vîna gel ev 6 meh in êrîşî bajarên xwerêveberiyê dikin de, hatiye pîrozkirin. KCK'ê da zanîn, tevî qedexeyên li gelek cihan û nûçeyên 'wê teqîn pêk were' yên ji aliyê AKP'ê ve hatin belavkirin jî, gel li her derê daketiye qadan û Newroz pîroz kiriye. Hevserokatiyê destnîşan kir, ku bi sed hezaran kes tevî gef û êrîşên giran tevlî Newroza Amedê bûne û bi vî rengî biryardariya xwe ya di têkoşîna 'Rêberê Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk' de nîşan dane.

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Di serî de gelê Amedê ku bi ruhê berxwedana Sûrê re bi sed hezaran tevlî Newrozê bû, em bi mîlyonan mirovên ji gelê me yên daketin qadan pîroz dikin û silav dikin. Em di wê baweriyê de ne; ev vîna bi mîlyonan mirov herikand kolanan wê li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re, Rêbertî azad bibe, Kurdistana xweser ava bike û Tirkiyeyê demokratîk bike."

'NEWROZ BÛYE DESTPÊKA TÊKOŞÎNÊ'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, pîrozbahiyên li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi vî rengî nirxand:

"Ji Mersîn, Edene, Bazî, Agirî, Dêrsim, Wan, Sêrt, Êlih, Tetwan, Tarsûs, Sêwereg, Farqîn, Qoser, Mehsert, Elbak, Erdîşê heta Stenbolê; ji Amûdê, Kobanê, Qamişlo, Efrîn û Helebê heta Şamê; ji Silêmaniye, Hewlêr û Qendîlê heta Mexmûrê, Rojhilatê Kurdistanê, Ewropa û Rûsyayê Kurdan li her cihê lê ne Newroz bi coş pîroz kirin. Nîşanî tevahiya cîhanê dan ku di sedsala 21'an de hesreta jiyana demokratîk û azad a Kurdan ji aliyê ti hêzê ve nikare bê şikandin.

Newroza 2016'an nîşan da ku gelê Kurd veguheriye gelê Newrozê û bûye kongreyeke gel ku destnîşan kiriye; heta li Kurdistanê jiyana azad û demokratîk pêk were wê ev berxwedan bidome. Newroza 2016'an careke din nîşan daye ku gelê me hêza bingehîn a demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ye. Ji dijminên Kurd ên çavsor, ku li dijî gelê Kurd şer îlan kirine û hînê di asta seferberiyê de dixwazin vî şerî bidomînin, bersiva pêwîst hatiye dayîn. Soz hatiye dayîn, ku wê dilsoziya azadiyê û fermana berxwedanê ya Mehmet Tûnç û Pakîze Nayiran ji sedî sed bi cih bên anîn. Newroza 2016'an start daye ku wê sala 2016'an bi têkoşîna azadî û berxwedanê derbas bibe. Tevgera Azadiyê ya Kurdan wê ji bo bîranîna şehîdan û vê vîna gelê me daniye holê, têkoşînê bi biryardariyeke mezin bimeşîne û gelê me bigihîne jiyana azad û demokratîk. Mîna ku Newroza 2016'an nîşan da, ti hêz wê nikaribe vîna xwerêveberî û azadiyê ya gelê me bişikînin; Gelê me û têkoşîna me ya azadiyê, ku bi hêza ruhê Newrozê re xwe kar kirine, wê Dehaqên serdema îro bixînin gora zaliman.

Em careke din destnîşan dikin, ku li pêşiya gelê me yê bûye Newroz û di Newroza 2016'an de xwedî li xwerêveberiyê, şehîdan û têkoşîna azadiyê derket û di asta herî bilind de dilsoziya xwe bi Rêbertî re nîşan da, ti hêz nikare bisekine. Em tevahiya gelê xwe, careke din bi coş û germahiya Newrozê, bi dilê hezkirinê yê şehîdên xwe re silav dikin."