KCK: Kes nikare berxwedana gelê Kurd bide rawestandin

KCK: Kes nikare berxwedana gelê Kurd bide rawestandin

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê destnîşan kir ku, bi dawîhatina greva birçîbûnê ya 68’an re, di civaka Kurd de yekitiyek xurt derketiye holê û ev tişt got: “Vê pêngava azadiya ku berbi serkeftinê ve diçe de, ji derveyê serkeftinê dê tu tişt nikaribe berxwedana gelê Kurd bide rawestandin.”

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê diyar kir ku, bi grevên birçîbûnê ya di 12’ê îlonê de destpêkir û di 18’ê mijdarê de bi dawî bû re, di têkoşîna azadiyê de pêngaveke nû daye destpêkirin û bi vê pêngavê re di civaka Kurd de berxwedaneke nû bi xwe re aniye.

KCK’ê destnîşan kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê di roja 68’an de bi dawî bû, vê berxwedana mezin di gelê Kurd de biryarbûneke mezin ava kiriye û wiha pêde çû: “Vê girêdadna gelê Kurd ya bi Rêbertiyê re, ji vîna azadiyê re û ji nirxên mirovahiyê re, hêzeke mezin daye berxwedana azadiyê, berxwedana gelê Kurd êdî bûye çelîk û vîna wî teqesbûye.”

KCK’ê di dirêjiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku, berxwedana bi ruhê 14’ê Tîrmehê hat destpêkirin, bi serkeftinê gihiştiye armanca xwe û wiha got: “Têkoşîna li zindanan, li çiya û li bajaran hatiye destpêkirin, bi xeta Apoyîtiyê de şekil girtiye û bi vê re jî ew xeta fedayitiyê raxistiye ber çavan. Li ku dibe bila bibe, Tevgera Azadiya Gelê Kurd, hemû pêşengên wê û gelê me yê welatparêz derxist holê ku ew bi Rêber Apo re yeke. Vê jî diyar kir ku, milîtanên Apoyî û gelê wê yê welatparêz di xeta xwe de serkeftî ye.”

KCK’ê aşker kir ku vê berxwedana dîrokî hemû polîtîkayên AKP’ê ên înkar û şidetê têkbiriye û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd êdî biryara xwe ya dê ji tu kesî tu tiştekî hêvî neke û dê bixwe azadiya xwe û aştiya xwe bi têkoşîan xwe ya azadiyê re derxe holê û xwedî li nirxên xwe yê dîrokî derkeve. Bi vê berxwedanê re gelê Kurd sekneke neteweyî derxistiye holê. Li hemû parçeyên welat, Rojava, Rojhilat, Bakûr û Başûr, li Rûsyayê li Ewropayê bi hemû saziyên xwe û bi pêşengên xwe derxist holê ku dê tu kes nikaribe wan ji Rêber Apo û ji Tevgera wane Azadiyê biqetîne.”

KCK’ê di axaftina xwe de rewşa berxwedêrên li zindanan jî nirxan û ev tişt got: “Bi dawî hatina grevên birçîbûnê re, nayê wê wateyê ku dê çalakî û berxwedan bi dawî bibin. Bi taybetî divê gelê me û saziyên tenduristiyê rewşa hevalêm me yên ketibûn grevê bi rêkûpêk bişopînin. Em di wê baweriyê de ne ku her kes di wê hişyariyê de ye û wê berpirsiyariya xwe jî bînin cih.”

KCK’ê herî dawî bal kişand li ser 35’emîn salvegera damezirandina PKK’ê jî û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoya ku Partiya me dikeve salvegera xwe ya 35’an de, dê tu tişt nikaribe pêşiya Têkoşîa Azadiyê bigire, dê gelê kurd vê pêvajoya berxwedanê bi serkeftinê tacîdar bike.”