Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê hin tevgerên di nava muxalîfên Sûriyeyê yên ku pişta xwe bi Tirkiyeyê germ dikin û li taxa Eşrefiye ya Helebê êrîşê Kurdan kirin, bi zimaneke tund hişyar kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ger êrîşên bi vî rengî berdewam bikin, dê KCK xwedî li gelê Rojavayê Kurdistanê derbikeve û dê neçar bimîne ku desteka leşkerî bide.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke tund der barê êrîşên li taxa Eşrefiye ya Helebê li hemberî Kurdan pêk hat de daxuyaniyeke tund da û diyar kir ku ger êrîşên bi vî rengî berdewam bikin, dibe ku ew neçar bimînin ku desteka leşkerî jî bidin gelê Rojavayê Kurdistanê.
KCK’ê got; “Li Rojavayê Kurdistanê di encama êrîşên xwînxwar hem ji aliyê hêzên rejîmê ve û hem jî ji aliyê hin hêzên ku bi navê muxalefetiyê tevdigerin de, di sê rojên cejnê de bi giştî 25 Kurdistanî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirê 30 Kurdistanî jî birîndar bûne. Em vê êrîşa neheq û zalimane yên li hemberî gelê Kurd ê ku tevlî pevçûnên çekdarî nebûye, têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi rêyên sivîl-demokratîk dimeşîne û ji aliyê tu wijdanan ve nayê qebûlkirin bi tundî şermezar dikin. Em ji malbatên Kurdistaniyên welatparêz ên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û hemû gelê Rojavayê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî daxwaza şîfayê dikin.”
LI PIŞT GELÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ TEVAHIYA GELÊ KURD HEYE
KCK'ê êrîşkirina komên çekdar a li dijÎ Kurdên sivîl ku li taxa Eşrefiye meşeke demokratîk pêk dianîn jî mîna encameke hewldanên dijî Kurd ên AKP'ê bi nav kir û wiha hate gotin: "Hêzeke ku ji xwe re bêje ji bo azadî û guhertinê li Sûriyeyê tevdigere nabe ku li dijî sivîlên doza mafê xwe dikin tevkujiyan pêk bîne. Têkiliya vê yekê bi şoreş û azadiyê re tune ye, diyar e ku hêzên paramilîter ên li gor daxwaza Tirkiyeyê tev digerin ketine dewreyê. Beranberî destek û çekên ku hikûmeta AKP'ê dide wan van polîtîkayan nîşan didin. Ev hêzên qala azadiyê dikin wê çawa vê tevkujiyê îzah bikin. Ev êrîş xizmeta hêzên şoreşê û gelê Sûriyeyê nake. Lewra divê beriya her kesî ev hêz li dij van tevkujiyan rewestin. Her kesê ku biratiya gelan dixwaze divê li dij van komên çete raweste."
GELÊ KURD XWEDÎ HÊZA XWEPAASTINÊ YE
KCK'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li pey gelê rojavayê Kurdistanê tevahiya gelê Kurd heye û xwedî wê hêzê ye ku her cûre êrîşan bi bersivîne û xwe biparêze. Di daxuyaniyê he komên êrîşkar jî bi van gotinan hişyar kir:
EM DÊ NEÇAR BIMÎNIN KU DESTEKA LEŞKERÎ BIDIN
"Bila bi bawerkirina desteka Tirkiyeyê nebin qatilê Kurdan. Heger êrîş bidomin divê were zanîn ku wek Tevgera Azadiya Kurdistanê em ê ji aliyê leşkerî ve destekê bidin gelê xwe û emê lê xwedî derkevin. Di rewşa ku gelê me û tevgera me helwesteke wisa nîşan bide de divê bizanibin ku wê gelekî bêzar û lawaz bibin. Gelê Kurd naxwaze bibe aliyê şer. Divê tu kes neyê lîstika dewleta Tirk û dijminatiya gelê Kurd neke. Destekdayina bidestxistina mafên demokratîk ên Kurdan polîtîkaya herî rast a ji bo gelên Sûriyeyê ye."
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê her banga helwest nîşandana li dij êrîşên tevkujiyê yên li ser Kurdan tên ferzkirin li hêzên muxalefeta Sûriyeyê kir. Her wiha banga hestiyariyê li hêzên navnetewî yên alîgirên azadî û demokrasiyê jî kir.
KCK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li helwesta qehremanî ya Kurdên Helebê xwedî derkevin û ji bo azadiya gelê Kurd ji bo fedakariyê amade bin. KCK'ê ji gelê Roja jî xwest ku li hember derdor, hêz û kesayetên di nava xiyanetê de bibe xwedî helwesteke bi biryar û ji bo vê yekê jî yekîtiya xwe misoger bike.