KCK’ê ji bo Çetîn Altan sersaxî xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo rewşenbîr-nivîskar Çetîn Altan ê pêr jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo rewşenbîr-nivîskar Çetîn Altan ê pêr jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo rewşenbîr-nivîskar Çetîn Altan ê pêr jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand.
KCK’ê di peyama xwe de got ku Altan di tevahiya temenê xwe de ji bo azadiya îfade û rêxistinbûnê têkoşiya û armanca wî li ser esasê xeta HDP’ê gihişt serketinê.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de rewşenbîr-nivîskar Çetîn Altan ê pêr jiyana xwe ji dest da û li Stenbolê spartin axê bibîr anî.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Me yek ji kesayetên di têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê de ked daye nivîskar-rewşenbîrê mezin Çetîn Altan winda kiriye. Em ji malbat, dost û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”
KCK’ê bal kişand ser kesayeta têkoşîna siyasî û rewşenbîrî ya Altan û got: “Wek yek ji kesayetên pêşeng ên têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ya 1960’an pêş ket tevî hemû zehmetiyan di nav têkoşîneke nebez cih girt. Ji ber vê têkoşîna nebez û bi biryar dema parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiye (TÎP) bû, di dawiya 1960’î de li Meclîsê rastî êrîşê hat û xwestin qetil bikin. Ev mînak jî nîşan dide bê Çetîn Altan xwedî kesayeteke çawa ye. Lewma di têkoşîna demokrasî û azadiyê de pêwîst e mirov timî rewşenbîr û nivîskarê hêja Çetîn Altan bi rêz û hurmet bibîr bîne. Bêguman wek rêwşenbîr û nivîskarekî dewlemendiyên mezin tevlî cîhana fikir, moral û hestan a gelên Tirkiyeyê kiriye. Asoyên nû ji cîhana fikrê re daye qezenckirin. Lewma gelên Tirkiyeyê û cîhana fikrê gelek tişt deyndarê Çetîn Altan e.”
ALTAN NE TENÊ REWŞENBÎR Û NIVÎSKAR BÛ
KCK’ê destnîşan kir ku Çetîn Altan ne tenê rewşenbîr û nivîskar bû. KCK’ê wiha berdewam kir: “Wek tevahî rewşenbîr û nivîskarên rast, bi pirsgirêkên welatê xwe ji nêz ve mijûl bû, ji bo jiyanek azad û demokratîk bi dest bikeve têkoşînek mezin da. Bû yek ji neferên têkoşîna demokrasiyê. Bi kesayeta xwe ya şoreşger siyasetmedar, bi ya rewşenbîr-nivîskar jî bê navber têkoşîna azadî û demokrasiyê meşand. Bi têkoşîna xwe ya di nav TÎP’ê de jî di têkoşîna azadî û demokrasiyê de teqdîr kom kirin, di nivîskariya xwe de jî ji vê xeta xwe tawîz neda. Wek rewşenbîr û nivîskar her tim di ramanên xwe de zelal bû û bi vê jî di dîroka demokrasiyê de cihê xwe girt. Ti carî nebû kesekî firsendperest. Çetîn Altan di salên 1960’î bi têkoşîna xwe ya pênûsê di quncika kevir a rojnameya Akşamê de bi gotinên xwe yên aşkera coş dida civakê, heta nefesa dawî jî ev karaktera xwe domand. Kesên ku di hin mijaran de pê re di aliyê fikir de dijberî jiyabin jî wê bipejirînin ku Çetîn Altan ti carî nebûye kesekî firsendperest. Ger em rewşa gelek rewşenbîr û nivîskarên îro bigirin ber çav, wê demê wê bêhtir bê fêmkirin ku bê karaktera Çetîn Altan çiqasî bi qîmet e.”
KCK’ê bi bîr xist ku Çetîn Altan di nivîsên xwe yên dawî de ji bo Tirkiyeyek demokratîk û azad ji nifşên pêşerojê re bernedane xemgîniyên xwe bi lêv dike û KCK’ê peyama xwe wiha domand:
“Bila Çetîn Altan çavên wî vekirî neçe; Tirkiye niha ji her demê zêdetir nêzî azadî û demokratîkbûnê ye. Ji her awayî xwedî mîrateyek girîng e ku kare ji Tirkiyeyê re jiyanek azad û demokratîk bîne. Di nav vê de jî kedeke wî ya girîng heye. Îro Tirkiye tarîtiya berbangê dijî. Desthilatiya AKP’ê ya ku Tirkiye xist vê tunela tarî wê teqez biçe; kelha dawiyê ya desthilatiya paşverû, otorîter jî wê hilweşe û Tirkiye wê bigihêje jiyanek azad û demokratîk. Di serî de gelê Kurd û Elewî, tevahî komên bawerî û etnîk ên Tirkiyeyê wê bigihêjin jiyaneke azad û demokratîk.
WÊ BI XETA HDP’Ê TIRKIYEYA KU ALTAN HESRETA WÊ DIKIŞAND WERE
Îro li Tirkiyeyê sosyalîst, demokrat, tevahî hêzên azadiyê di bin bane HDK û HDP’ê de li hev civiyane. Ev xeta li Tirkiyeyê hatiye asteke ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de bibe hêzeke girîng û alternatîf. HDP’e hatiye heta van rojan, dîsa jî para Çetîn Altan jî tê de heye. Hesret, kêmahî û nebesiyên Çetîn Altan, îro bi HDP’ê re şênber bûye. Di kevneşopiya HDP’ê de rehekî têkoşîn û fikra Çetîn Altan tê de heye. Ev reh jî bi awayekî xwe di nav HDP’ê de nîşan dide. Ji ber di nav nirxên ku HDP’e diparêze de heman demê de nirxên ku Çetîn Altan diparêze jî heye. Ji ber vê keda Çetîn Altan vala neçûye. Xeta HDP’ê bi tevahî pêk hateyê wê, tfaqên wê û hêzên xwe dispêrê ve wê teqez li Tirkiyeyê hesrata Çetîn Altan ya Tirkiyeyek demokratîk pêk bîne.
Çetîn Altan ji bo azadiya rêxistinbûyinê, fikir û raman tevahî emrê xwe di nav têkoşînê de derbas kiriye. Îro li Tirkiyeyê azadiya rêxistinbûyinê, fikir û raman pêvajoya xwe ya herî zehmet û di bin zextê de dijî. Pêvajoyek wiha tijî zext û zor tenê bi 12’ê Îlonê re kare bê muqayesekirin. Lê ev perpitîna AKP’ê vala ye. Li ser vê axê ji bo azadiya fikir, raman û rêxistinbûyinê ewqasî têkoşîn hatiye dayîn ku li hember vê têkoşînê ne AKP ne jî ti hêzên din karin xwe bigirin. Çetin Altan îro miriye, hin rewşenbîr û nivîskarên din di bin zextê de ne, lê ruhê ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ava kiriye ti kes nikare bixe bin zextê û nikare bê deng bike. Li vê erdnîgariya ku pêşengên wek Çetîn Altanan, Mîhrî Belliyan, Dr. Hîkmet Kîvîlcîman, Denîzan, Mahîran, Îbrahîm Kaypakkayayan, Orhan Yilmazkayayan, Kemal Pîran û Hayrî Dûrmûşan, Paramaz Kizilbaşan, Rifat Horozan, Azîz Guleran, Bêrîtanan, Zîlanan, Binevşan û bi hezaran pêşengên jin û mêr lê cihê xwe girtine, ti kes nikare ruhê azadiyê ji holê rake.
Di dawiya daxuyaniyê de KCK’ê got wê ev welat xwe bigihîne Tirkiyeya demokratîk a ramanên azad ku hesreta Çetîn Altan bû, “Em wek Tevgera Azadiyê careke din soz didin; Ev hesreta ku Çetîn Altan û tevahî kesên hesrata azadiyê, demokrasiyê û sosyalîzmê dikişînin, wê ev teqez bi cih werin.”