KCK’ê çalakiyên xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên ku 50 roj in berdewam dikin, duh bi dirûşima “Roja Berxwedana Topyekun” pêk hat, silav kir. Diyar kir ku ji bo di roja 50’emîn de mirin çênebin divê Berxwedana Topyekun bidome.
Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê der barê çalakiyên “30’ê Cotmehê Roja Berxwedana Topyekun” ên ku duh li seranserê Bakûrê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê pêk hat, de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “30’ê cotmeha 2012 di tevgera serhildana Gelê Kurdistanê de rojek girîng e” û diyar kir ku rawestandina jiyanê ya bi pêşengiya BDP’ê li bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hat, berxwedanê gihandiye asteke girîng.
KCK’ê bal kiaşnd ku li hemberî êrîşên polîs û komên nijadperest berxwedanê gelê Kurd di asteke bilind de bû û destnîşan kir ku ji bo di roja 50’emîn de mirin çênebin, divê serhildan berdewam bikin.
KCK’ê bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên derbarê çalakiyêkn greva birçîbûnê de û got; “
“Gelê Kurdistanê bi fedekariyeke mezin danî holê, nîşan da ku bi helwesta topyekun ya kadroyên milîtan û siyasetmedaran di girtîgehê de pêş xistiye re bûne yek, û gotin armanca wan armanca me ye; Nîşan da ku ew naxwaza bê Rêbertî û bê statu bijî. Lê ji bo ev pêngava girîng bigihe serkeftinê û ji bo di roja 50’emîn de pêşî li şehadetan bê girtin, divê serhildan bi awayên cuda û bi awayeke xurtir bêne berdewamkirin.”
KCK’ê destnîşan kir ku helwesta “nunerê mêtîngeriyê” Erdogan ji wijdana mirovahiyê pir dûr e û got: “Ji ber vê çendê, ji bo gelê Kurdistanê û dostên wan bikarin serkeftinê bi dest bixin, tenê rêyek heye ew jî xurtirkirina berxwedanê ye û divê hemû gelê me fedekariya ku di vê pêvajoya girîng de nîşan dane berdewam bikin. Divê gelê me yê welatparêz û dostên wan vê bizanin ku: serkeftina di vê pêvajoya krîtîk de tenê dikare bi xurtirkirina tevgera serhildanê û berdewamkirina wê pêk bê.”.