KCK: Bi Serhildanê xwedî li girtiyan derbikevin

KCK: Bi Serhildanê xwedî li girtiyan derbikevin

KCK’ê cejna alema Îslamê û gelê Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku her kesên ku dibêje “Ez mirov im” divê bi serhildanê xwedî li berxwedana greva birçîbûnê ya ku 43 roj in di girtîgehan de berdewam dike, derbikevin. KCK’ê ragihand ku ji ber berpirsyariyên wan ên li hemberî hestên olî yên gel, hêzên gerîla di roja cenjê de li herêmên sivîl lê dijî çalakî li dar naxin.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya Cejna Qûrbanê ya Alema Îslamê daxuyaniyek da. KCK’ê di daxuyaniyê de cejna alema Îslamê û gelê Kurdistanê pîroz kir û bang li gelê Kurd kir ku bi serhildanan li berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a di girtîgehan de xwedî derbikevin.

KCK’ê bal kişand ser girîngiya cejna Qûrbanê û diyar kir ku ji niha ve xuyaye ku dê Cejna Qûrbanê li Rojhilata Navîn dê bi xemgîniyê derbas bibe û got: “Bi hêviya ku ev cejna pîroz Cejna Qûrbanê bibe wesîleya çareserî, azadî, demokrasî û aşitiyê, em li hemû alema Îslamê û gelê Kurdistanê pîroz dikin.”

KCK’ê bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê ya di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê de ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin û got; “Gelê me vê cejnê ligel berxwedana bi wate ya ku Rêberê Apo li Îmraliyê pêş xistiye, berxwedana greva birçîbûnê ya ku hevalên me yên di girtîgehan de dane detpêkirin, fedekariya mezin a ku gelê me li qadan nîşan dide, hemleya dîrokî ya ku hêzên me yên gerîlayanli dijî wehşeta mêtîngeriyê pêş xistiye û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê pêk tê, pêşwazî dike.

KCK’ê got; “Ji ber vê çendê gelê me, di van rojên pîroz de yekitiya navxweyî xurt dike û aşitiya navxweyî pêk tîne” û diyar kir ku divê gelê Kurd li ser esasê xurtkirina yekitiya navxweyî, dawî li hemû pirsgirêkên navxweyî û jihevxeyidînê berdin.”

KCK’ê bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku ji bo ewlehî, tendurîst û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafên perwerde û xweparastina bi Kurdî ya ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin û grevê weke “çalakiyeke dîrokî” b nav kir, û diyar kir ku ev çalakî di heman demê de israra di çareseriya aşitiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd jî de ye. KCK’ê got; “Divê her kesê ku dibêjin ‘Ez mirov im’ xwedî li vê berxwedana dîrokî ya ewladên Kurd bi bihayê canê xwe li hemberî zilma mêtîngeriyê dest pê kirine, xwedî derbikevin. Bi taybet gelê Kurd ê sazî û rêxistinên welatparêz û demokrastîk, ji bo pêşîlêgirtina şehadetan û ji bo serkeftina çalakiya wan berpirsyartiyên xwe bînin cih.”

KCK’ê destnîşan kir ku heta tevgerbûneke mezin a civakî pêk neyê û li her derê serhildan çênebin, ne pêkan e ku pêşî li vê yekê girtin û ev bang kir; “Ji ber vê jî divê bi awayeke ji rêzê nêzîk nebin, bi fedekariyek mezin tevilbibin û tevgera serhildanê xurt bikin. Li ser vî esasî em bang li hemû gelê Kurdistaniyên bawermend û bi awayeke jidil nêzî ola Îslamê dibin ku piştevaniya bi vê berxwedana mirovahî û mafdar re xurt bikin û xwedî li ewladên xwe derbikevin.”

KCK’ê diyar kir ku ev çalakî li hemberî şerê li Kurdistanê mudaxeleyek e, ji boazadoya Ocalan, mafên perwerdehiya zimanê zikamkî , ji bo destpêkirina çareseriya demokratîk, girtiyan jiyana xwe danîne holê û divê hemû alîgirên demokasiyê û aşitîxwaz li çalakiya girtiyan xwedî derbikevin.

KCK’ê bal kişand ku di vê dema ku pevçûn û nakokî berdewam dikin de, rojevek a şer heye û li ser Kurdistanê lîstokên bi armanca parçekirinê tên leyistin û ji ber vê jî divê li hemû parçeyên Kurdistanê li ser xeta yekitiya demokratîk a neteweyî tevbigerin û got; “Bi boneya Cejna Qûrbanê em bang li hemû -partî û rêxistinên Kurdên welatparêz-demokratîk ên li her hemû parçeyên Kurdistanêdikin ku berpirsiyartiyên xwe bînin cih û piştevaniya xwe ya yekitiya neteweyî xurt bikin.”

KCK’ê diyar kir ku hukûmeta AKP’ê şerê li Kurdistanê ji nedîtî ve tê, banga agirbestê li Sûriyeyê dike û got ku bi vê yekê dixwaze şerê ku heye dijwartir bike û got; “Hukûmeta AKP’ê her roj li hemberî gel û hêzên me êrîşên nû pêk tîne, lihemberî vanêrîşan gel û hêzên me dê berxwedana xwe xurt bikin. Dewleta mêtînger a her cejn li gelê me dike jehr, vê cejnê serî li heman rêbaza xwe bi kar tîne. Her çendî greva birçîbûnê ketiye roja 43’yemîn, zîhniyeta mêtînger çav û dilê xwe li daxwazên wan digire, nîşan dibe ku dê wehşet û zilma xwe li Kurdistanê bidomîne.”

KCK’ê ragihand ku ji ber berpirsyariyên wan ên li hemberî hestên olî yên gel, hêzên gerîla di roja cenjê de li herêmên sivîl lê dijî çalakî li dar naxin û got; “Em di roja cejnê de bi temamî agirbestê ranagihînin. Ji ber polîtîka û zilma AKP’ê vê zemînê agirbestê ji holê rakiriye.” KCK’ê da zanîn ku heta êrîşên dewleta Tirk li Kurdistanê berdewam bikin ew dê bersiva van êrîşan bidin.

KCK’ê herî dawî cejna Qûrbanê li Alema Îslamî, gelê Kurdistanê pîroz kir û xwest bibe wesîleya aşitî û azadiyê.