Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger yê ku 46 rojin li girtîgehan ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve didomin, dê rêze çalakiyan li dar bixe.
KCD diyar kir ku, ew dê di 27'ê cotmehê (îro) li Kolana Hunerê ya li Ofîsa Amedê konê nobetê ava bikin û ji bo xwedî derketina kon dê kom bên avakirin û mal bi mal gel bê agahdarkirin ku gel vexwine konê nobetê. Konê nobetê ya ji bo qêrîna xwe tevlî qêrîna dîlên azadiyê bike, dê îro di demjimêr 12.00'an de li Kolana Hunerê ya Ofîsa Amedê bê avakirin.
KCD diyar kir ku, çalakiyên wan bi vê jî sînor nabin û bang li gelê Kurd û hemû saziyên sivîl kir ku di 30'ê cotmehê de dê bi tevahî jiyanê kar bê rawestandin, dê çalakiya birçîbûnê ya ku hilbijêrên Kurd ketinê dê bên ziyaretkirin û ji bo daxwazên wan bên cih û ji bo pêşya mirinan bên girtin, dê çalakiyên piştgitiyê bên li darxistin.
KCD destnîşan kir ku, xebatên wan yên ji bo mitînga ku dê 3'ê mijdarê li Amedê bê li darxistin jî didomin û bang li tevahiya raya giştî kir ku, bi ruhê serhildanê qadan tije bikin. KCD destnîşan kir ku, dê her saziyên sivîl yên li herêma xwe çalakiyên wekî "Nobetên Jiyanê" li dar bixe û bi çalakiyên xwe piştgiriyê bide çalakiya birçîbnê.