Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê, têkildarî 31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCD’ê got: “Em 31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi qasî ya gelê me, di jiyana gelên Rojhilata Navîn de jî pêşketinên mezin ên şoreşî afirand, bi ruh û coşa berxwedana 1984’an pîroz dikin.”
'RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ ROJAVA Û KOBANÊ AVA KIR'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Civaka Kurdistanê ya belave, bi parçe û bê rêxistin bi meşa azadiyê ya qehremanên 15’ê Tebaxê dan destpêkirin, parastina xwe û rêveberiya pêk anî, diyar kir ku gelên Rojhilata Navîn li hember modernîteya kapîtalîst-emperyalîst ne bêalternatîf e û ev bi Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê nîşanî hemû cîhanê da. Ruhê berxwedana awerte ya mezin a Kobanê, sebir, qehremantî û serketina ava kir ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê ye.”
KCD’ê diyar kir ku ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê weke îro wê ji niha û pê ve jî di tevayî pêvajoyên jiyanê de wek perspektîf û felsefeya rêya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ronî dike dê vê dewam bike.