Kaya: Li ber girtîgehan platformên azadiyê ava bikin

Kaya: Li ber girtîgehan platformên azadiyê ava bikin

Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ku 12'ê îlonê ji bo şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên serastkirin hatibû destpêkirin, di roja 43'an de berdewam dike. Li ser navê girtiyên girtigehên li Kurdistan û Tirkiyeyê Denîz Kaya daxuyaniyek weşand û ev banga: "Divê hemû malbatên me û gelê Kurdistanê, hemû sazî û dezgehên Kurdistanê li ber girtîgehan platforma azadiyê ava bikin û bê navber nobetê bigirin." kir

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanîk weşand. Kaya di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, berxwedana wane ku ev 43 roje didome, divê hemû raya giştî bizanibe ku dê bi heman armancê berdewam bike. Kaya destnîşan kir ku, di destpêka greva birçîbûnê heta niha wan gelek daxuyanî dane û diyar kirine ku, dê bi biryar çalakiya xwe berdwam bikin. Kaya ev tişt got: "Muxatabê xwestekên me hikûmeta AKP'ê û wezarete. Lê divya bû ku daxwazên me bihatana cih, lê berovajiyê wê li dijî hevalên me pêkûtî û îşkence didomin. Hevalên me hemû avîtine hucreyan û 24 demjimêran di binê zextan de ne."

‘DIXWAZIN MUDAXALEYA ÇALAKIYAN BIKIN’

Kaya destnîşan kir ku, hevalên wan yên li girtîgehên Şakran, Sîlîvrî û Tekîrdagê avîtine hucreyên yek kesî û rastî hovîtiya rayedarên girtîgehê tên. Kaya aşker kir ku, hevalên wan yên li Girtîgeha Dîlokê di greva birçîbûnê de, di nîvê şevê bi operasyonekî ew sirgûnî girtîgehên herî dûr hatine kirin û rastî îşkenceya gerdiyanan hatine.

Kaya bi lêv kir ku, pêkûtî tenê bi çend girtîgehan re ne bi sînorin, her wiha li Girtîgeha Sêrtê di greva birçîbûnê de jî bi cezayên hucreyê û dîsîplînên tên tehdîtkirin. Kaya da zanîn ku, li girtîgehên Derya Reş jî hevalên wan rastî zextên gerdiyanên leşker tên û îşkendeya derûnî li wan tê kirin. Kaya wiha destnîşan kir: "Divê hemû raya giştî bizanibe ku, di destpêka çalakiya greva birçîbûnê heta niha, ji hêla hikûmetê û wezaretê ve li ser girtiyan pêla faşîzmê tê meşandin û dixwazin mudaxeleyê çalakiya girtiyan bikin."

'EM HIKÛMETÊ HIŞYAR DIKIN'

Denîz Kaya di daxuyaniya dayî de radigehîne ku, ew hovîtiya hikûmeta AKP'ê şermezar dikin û bi van gotinan AKP hişyar kir: "Heke mudaxaleyekî herî piçûk jî li dijî hevalên me pêk were, dê li hemberî xwe me bibîne. Em dê bi deh qatî bersivê didin hovîtiya wan. Heke erênî nêzî daxwazên me nebin û tiştekî neyînî biqewime dê hikûmeta AKP'ê berpirsyar be."

BANGA HÎSTIYARIYÊ

Kaya di dawiya daxuyaniya xwe de bang li malbat, raya giştî û hemû mirovahiyê kir û ev tişt got: "Em bang li gelê xwe dikin ku ji azadiya Rêber Apo, xilasbûna gelê me û ji bo statûya welatê me, mil bidin milê me û bi ruhê serhildanê li dijî vê bê dengiya 'Faşîzma Kesk' bikevin nava hewldanan. Divê hemû malbatên me û gelê Kurdistanê, hemû sazî û dezgehên Kurdistanê li ber girtîgehan platforma azadiyê ava bikin û bê navber nobetê bigirin."