Kaya: Em di 27'ê Mijdarê de her derê bikin kelha berxwedanê

Kaya: Em di 27'ê Mijdarê de her derê bikin kelha berxwedanê

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya têkildarî salvegera 34'emîn damezirandina PKK'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku, lazime di vê roja girîng 27'ê Mijdarê de gelê Kurd pêlên berxwedanê li her derê belav bike û her qadê bikin kelha berxwedanê.

Biboneya 34'emîn salvegera 27'ê Mijdarê Roja damezirandina PKK'ê, li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Deniz Kaya daxuyanî da. Kaya 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir û wiha got: "PKK 34 salan li dijî înkar û îmhayê, li dijî polîtikayên perçekirin û asimilasyonê Kurd li ser piyê zinar bi per û bask kirin û ji nû ve li jiyanê vegerand. Ji nû ve di nava jiyana bi rûmet ya cîhanê de bi cih kir. Gelê Kurd anî asta ku ji bo azadiya bi rûmet têbikoşe. Mirovekî nû û jiyanek nû di kurdan de ava kir. Ciwan û jina Kurd li ser hîmê azadiyê pêş xist û li dijî pergala modernîteya kapîtalîst bi hêz kir. Ev perspektîfa ku li azadiyê digere felsefe û paradigmaya Rêbertiyê ye. Siyaseta berxwedan û raperînê ye."

'DIVÊ DI 27'Ê MIJDARÊ DE GELÊ ME LI HER QADÊ BERXWEDANÊ PÊŞ BIXE'

Kaya da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava şert û mercên herî dijwar de bi salan rê nîşanî gelê Kurd da û dîsa şehîdên pakrewan li dijî dagirker û hêzên îmhager gelê kurd kir xwedî hêz û helwest û wiha got: "Gelê me yê cefakar û fedakar yê li hemberî zilm û zorê bi berxwedana xwe destan nivîsandin, em şukran û spasiyên xwe pêşkêş dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku wekî her demê bi ruh û coşek hîn mezindir her derê bikin kelha berxwedanê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 34'emîn salvegera damezirandina PKK'ê ya bi rûmet û watedar de mal, kolan, tax û bajarên xwe her derê bikin qada berxwedan û serhildanê."

'PÊWÎST BE EM DÊ DÎSA BEDENA XWE BIKIN MERTAL'

Kaya da zanîn ku, ew soz didin gelê xwe rêberê xwe û şehîdên xwe ku dê li doz û nirxên gel xwedî derkevin û wiha dawî li banga xwe anî: "Em soz didin Rêber, şehîd û gelê xwe ku em dê heta dawî vê berxwedanê mezin bikin. Ger ku hewce be em dê dîsa bedena xwe bikin mertal û sîper û li hemberî van polîetîkayên înkar û îmhayê rawestin. Hemû girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên Tirkiye û Kurdistanê dê heta dawî li nirxên xwe xwedî derkevin û biparêzin. Bijî 34'emin salvegera têkoşîna me ya bi rûmet. Dê Komploger winda bikin. Gelê me û azadî dê bi ser bikeve."