Karsazên Kurd: Mirovahî bi êrîşê re rû bi rû ye

Yekîtiya Karsazên Kurd li Ewropayê (YKKE) komkujiya li Parîsê lenet kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.

Yekîtiya Karsazên Kurd li Ewropayê (YKKE) der barê komkujiya li paytexta Fransa Parîsê de, ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Dijminê mirovahiyê ku navê DAIŞ'ê li xwe kiriye, bi komkujiyên li Pirsûs û Enqereyê yên beriya komkujiya Parîsê re nîşan daye, ku bêyî cihêkariyê bike êrîşî tevahiya nirxên mirovahiyê dike."

'BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR RE BARBAR DIKARIN BÊN TÊKBIRIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Kurd li Rojava û Şengalê ji bo tevahiya mirovahiyê li dijî DAIŞ'ê şer dike û got, "Lê belê weke ku komkujiya dawî ya li Parîsê nîşan da, ancax bi têkoşîneke hevpar re ev barbar dikarin bên têkbirin. Dewletên ku destekê didin van barbaran an jî yekser an neyekser destekê didin, yan jî bêdeng dimînin, di van komkujiyên li dijî mirovahiyê de xwedî berpirsyariyan e û divê tavilê van helwestên xwe biterikînin."

'FAŞÎZM Û BARBARÎ TIMÎ TÊK ÇÛNE'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku berdêla xwe çi dibe bila bibe di herikîna tevahiya dîrokê de yê winda kiriye faşîzm û barbarî ye, yê bi ser ketiye mirovahî û demokrasî ye û hat gotin, "Weke Yekîtiya Karsazên Kurd li Ewropayê, em komkujiya li Parîsê bi hêrseke mezin şermezar dikin û çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê mirovahiyê ne, lenet dikin. Ji dewleta Fransayê, bi taybetî jî malbatên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Bi vê wesîleyê weke YKKE em careke din dibêjin ku em li cem gelê Fransayê ne."