Karkerên li Bendava Ilisû dixebitin dest ji kar berdan
Piştî 3 karkerên di înşaeta bendava Ilisû de dixebitin duh rastî êrîşa bi çekan a parêzvanên karmendan hatin, karkeran îro girtin ser şantiyeyê.
Piştî 3 karkerên di înşaeta bendava Ilisû de dixebitin duh rastî êrîşa bi çekan a parêzvanên karmendan hatin, karkeran îro girtin ser şantiyeyê.
Piştî 3 karkerên di înşaeta bendava Ilisû de dixebitin duh rastî êrîşa bi çekan a parêzvanên karmendan hatin, karkeran îro girtin ser şantiyeyê. Karkeran ofîsê fîrmayê, wesayîtên kar û wesayîtên serwîsan ku dan ber êgir piştî bûyerê înşaet terk kirin. Xebatên bendavê rawestiyan.
3 karkerên di înşaeta bendava Ilisû ya di navbera sînorên bajêr ên Mêrdîn Şirnexê de dixebitin duh rastî êrîşa bi çekan a parêzvanên karmendan hatibûn. Piştî êrîşê karkerên din û xizmên birîndaran ofîsên fîrmaya sereke, wesayîtên kar û serwîsan dan ber êgir.
Ji ber bûyeran ku gelek wesayîtên zirxî, tîmên taybet, polîsên çewîk û leşker sewqî herêmê hatin kirin, înşaeta bendavê ya zêdetirî hezar karkerî têde dixebitin hat terkkirin. Karker bi çenteyên xwe li wesayîtên ku li ber nizamiyeyê rawestiyabûn siwar bûn û ber bi bajarên xwe ve çûn. Hat ragihandin ku xebatên Bendava Ilisû rawestiyane.
Li gel vê tedawiya karkerên birîndar en bi navê Alî Înan, Omer Ekîncî û Omer Erol li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê didome.