Karayilan: Divê berjewendiyên neteweyî esas bên girtin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: Divê hêzên Kurd li ser bingeha stratejiyek hevpar têbikoşin. Li şûna berjewendiyên partiyan, divê berjewendiyên welêt esas bên girtin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: Divê hêzên Kurd li ser bingeha stratejiyek hevpar têbikoşin. Li şûna berjewendiyên partiyan, divê berjewendiyên welêt esas bên girtin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, ji televîzyona Kurdsat News a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike re axivî.
Karayilan diyar kir, tevî ku Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye jî, pêşketinên ku lê çêdibin pir girîng in û da zanîn, ev pêşketinên li Rojava çêdibin hem di asta demokratîkbûna Sûriyeyê û hem jî Rojhilata Navîn de wê bandorek pir mezin a erênî bike.
Karayilan siyaseta AKP û dewleta Tirk a li hemberî Rojava jî nirxand û got, AKP ji bo operasyona Minbicê bi sernekeve hemû hewldanên xwe xistine dewreyê.
'AKP LI HEMBERÎ ROJAVA ŞER DIKE'
Karayilan têkildarî operasyona Minbic û desteka AKP’ê ya ji bo çeteyan ev nirxandin kir: "Hikûmeta AKP'ê li hemberî şoreşa Rojava di nava şerek aktîf de ye. Ji ber ku li gor wan rêya diçe Kurdistana mezin di Rojava re derbas dibe. Ew ji destxistina statûyek li wir ku Kurdistana mezin bafirîne ditirsin. Ji ber wê jî bi şêweyekî tund li hemberî Rojava şer dimeşînin. Naxwazin Kurd bibin xwedî îrade. Ji ber vê jî hîna ji destpêkê ve ji bo hinek komên li Sûriyeyê alîkariyên pere, çek û cebilxaneyê didin, wan li hemberî şoreşa Rojava bikar tînin. Lê rêxistinên weke El Nûsra, DAIŞ, Ehrar û Şam li rexmê desteka werdigirin jî, nekarin pêşiya şoreşa Rojava bigirin. Di encamê de êdî şoreşa Rojava gihaye astekî girîng.
Bi taybetî jî bi avakirina federasyona Bakurê Sûriyeyê hewldana ji bo rizgarkirina vê herêmê, pêşketinek pir girîng e. Kurd li Sûriyeyê tenê ne ji bo xwe, bi armanca demokratîkbûna hemû Sûriyeyê têdikoşin."
'DEWLETA TIRK DI SER CERABLÛSÊ RE DESTEKÊ DIDE DAIŞ'Ê
Karayilan diyar kir, operasyona Minbicê ji bo Bakurê Sûriyeyê pir girîng e û got, dewleta Tirk ji bo ev operasyon bi ser nekeve di ser Cerablusê re destekê dide DAIŞ’ê.
Mûrat Karayilan ragihand, operasyon ji aliyê Meclîsa Minbicê ve tê meşandin û wiha dewam kir; "Bêguman hêzên QSD’ê jî tevlî vê operasyonê bûne. Li herêmên Efrîn, Ezaz, Cerablûs û Şehba pêşketinên girîng rû didin. Li gor agahiyên gihane destê me, DAIŞ’ê biryara ku li Minbicê li ber xwe bide û vir bernede girtiye. Di rastiyê de ev projeyeke dewleta Tirk e. Di ser Cereblûsê re destekê dide DAIŞ’ê. Vêna bi veşartî û eşkereyî dike. Bi veşartî destekê dide DAIŞ’ê. Eşkere jî li herêma Ezazê destekê dide El Nûsra û artêşa Azad a Sûriyeyê. Hedefa wê ya bingehîn jî, dixwaze operasyona Minbicê li bin bixe û bi ser nekeve. Ji bo vê jî weke min got, di ser xeta Ezaz û Helebê bi artêşa Azad a Sûriyeyê re , El Nusrayê dixe nava tevgerê. Hewl dide ku operasyona Minbicê bin bixe. Wek mînak, rojên bihurî, bi van hêzan êrîşê Şêx Meqsûd kirin û 7 sivîl qetil kirin. Her roj li Efrîn, Şêx Meqsûd wan dide êrîşkirin. Bi heman şêwey li Maree cihên ku DAIŞ’ê berdane van hêzan bicih dike. Bi vî şêweyî DAIŞ’ê ber bi Minbicê ve dibe. Ev bi temamî planeke ku dewleta Tirk pêş xistiye."
'HÊZÊN KURDISTAN DAGIR KIRINE, DAGIRKERIYA KÛR XISTINE DEWRÊ'
Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide li rex rêxistinên çeteyan hikûmeta Sûriyeyê jî li dijî Kurdan bide şerkirin û got ku dagirkeriya kûr cardin xistiye dewreyê.
Mûrat Karayilan diyar kir ku hêzên Kurdistan dagirkirine, dagirkeriya kûr jî xistine dewreyê û wiha pêde çû; "Dakirkeriya kûr îro xistine meriyetê. Wê demê ev tê çi wateyê? Dagirkeriya kûr, rewşa destekdayîna hev du ya her çar dewletên Kurdistan di nava xwe de parçe kirine ye.
Dewleta Tirk û Sûriyeyê dixwazin vê dagirkeriya kûr pêş bixin. Bi heman şêweyî li gel Îranê jî li ser vî bingehî têkiliyê pêş dixin. Dibe ku Iraqê jî bêxin nava vê de. Di encamê de tişta dixwazin bikin, cardin vê dagirkeriya kûr bêxin dewreyê ye. Ji ber vê yekê, di çarçoveya operasyona Minbicê de pêşketinên giring dijîn. Lê dibê em bizanin ku, dewleta Tirk hewl dide ku operasyona Minbicê bin bixe. Ji bo wê jî ew hemû komên ku me qala wan kirine, li hemberî Meclîsa Minbicê, YPG û QSD’ê ketine nava êrîşê. Lê li gor min wê ev plan hemû vala bên derxistin. Ji ber ku hêzên Bakurê Sûriyeyê jî di ferqa van planan de ne û li gor vê wê tedbîrên xwe bigirin, êrîşê vala derbixin û wê operasyona Minbicê bi serketinê encam bibe."
DIVÊ KURD FIRSENDÊ JI DEST NEDIN'
Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku pêşketinên li Rojhilata Navîn çêdibin ji bo Kurdan firsendên dîrokî ne û got, divê hemû partiyên Kurd vê firsendê binirxînin.
Karayilan got, wê herêm cardin bê dizayînkirin, wê di vê dizayîna nû de ne Iraq, ne Sûriye, ne Tirkiye û ne jî Îran weke berê bimîne û anî ziman, di vê dizayîna nû de neçarin rastiya Kurdan qebûl bikin.
'DIVÊ HELWESTA YEKGIRTÎ ESAS BÊ GIRTIN'
Karayilan li ser girîngiya yekîtiya Kurdan ev nirxandin kir: "Di demek wiha girîng de, ger Kurd yekîtiya xwe xurt nekin û di stratejiyek hevbeş de nebin yek, dibe ku vê firsenda mîna zêr girîng e, ji dest berdin. Ji ber ku dagikerkeriya kûr a me qala wê kir, di dewreyê de ye. Îro ji bo azadiya Kurdistanê şert û merc guncaw in. Di wê çarçoveyê de divê Kurd bên gel hev, kongreya xwe ya neteweyî lidar bixin. Kurd divê bi vê kongreyê bi stratejiyek hevbeş tev bigerin. Eger wiha bibe, dibe ku Kurd Kurdistanê damezrînin. Ev erka hemû kesî ye. Bi heman şêweyî erka Başûrê Kurdistanê ye jî."
Mûrat Karayilan lihevkirina navbera YNK û Tevgera Goran de jî weke pêngavek erînî nirxand. Karayilan têkildarî lihevkirina navbera her du partiyan pêk hatî de wiha peyîvî; "Eger îro di navbera YNK û Tevgera Goran de lihevkirinek pêk hatibe, ev gavek girîng e. Heya divê ev di nava hemû hêzên din de jî pêk bê. Weke di nava hemû hêzên Başûrê Kurdistanê de heyî, divê di nava hemû hêzên Kurdistanê de pêk bê. Divê helwesta çêkirina yekîtiyê bingeh bê girtin.
Divê lihevkirina YNK û Tevgera Goran ji bo hemû Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin bibe mînak. Ev li Başûrê Kurdistanê ji bo çareseriya krîzên aborî û siyasî yên tên jiyîn jî pêwîst e. Gelê Başûrê Kurdistanê berdêlên mezin da, şehîd dan. Divê li ser vî bingehê jî yekîtî bê çêkirin û divê em yekîtî ji bo hemû li hemû parçeyên din ên Kurdistan hêzên din jî bîne gel hev, bibe bingeh. Divê em vê bizanin ku Kurdistan tenê bi parçeyekî azad nabe. Ji ber ku wê hêzên dagirker destûr nedin vê. Li ser vî bingehî divê Başûrê Kurdistanê hem yekîtiya xwe ya navxweyî û hem jî yekîtiya xwe ya bi parçeyên din re dikare rolek mezin bilîze. Gelo wê ev kengê pêk were? Ev jî dema ku peywendiyên xwe yên derve li ser bingehê tektîkî bigirin dest û peywendiyên hindirîn li ser bingehê stratejîk ku bigirin dest, wê demê dikare ev yekbûn pêk were. Ev pêwîst e.”
'AKP DIXWAZE YEKÎTIYA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PARÇE BIKE'
Karayilan ku têkiliya stratejîk ya PDK bi AKP’ê re pêşxistiye rexne kir, diyar kir ku ev têkilî zersrê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdan. Mûrat Karayilan diyar kir ku feraset û stratejiya bingehîn a AKP û Erdogan li ser bingehê tinekirina Kurdan hatiye avakirin û wiha dewam kir; "Erdogan û AKP dixwazin yekîtiya li Başûrê Kurdistanê parçe bikin. Ji ber ku stratejiya bingehîn a Erdogan li ser bingehê tinekirina Kurdan hatiye avakirin. Di vê çarçoveyê de, divê PDK jî vê şaştiyê bibîne û dest jê berde. Li cihê vê, bê ser xeta yekîtiya neteweyî. Heman tişt ji bo Îranê jî derbas dibe. Divê têkiliyên statejîk di siyaseta hundirîn de jî hebin. Siyaseta derve divê li ser bingehê taktîkî bê avakirin. Hêzên Kurd kengê yekîtiya hindirîn bingeh bigirin, wê demê wê bên bibin xwedî hêzek mezin û wê têkoşîna azadiyê ya Kurdan jî bigehe azadiyê."
'STRATEJIYA BINGEHÎN A PKK'Ê YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE'
Di dawiyê de Karayilan daxuyakirin ku stratejiya bingehîn a PKK’ê yekîtiya neteweyî ye û wiha got; "Weke tevger nêzikatiya me ya bingehîn ev e. Başûrê Kurdistanê bûye xwedî statû, rewşek erênî ye. Lê îro wê Rojava jî statûya xwe bigire. Divê di vir de li ser bingehek rast peywendî li gel bê çêkirin. Lê Başûrê Kurdistanê tam tersê vê nêz dibe. Li ser Rojava ambargoyê datîne. Sînoran digire. Sedema vê çi dibe bila bibe, ev nêzikatî şaş e. Dibe sedemên vê hebin, lê bi nîqaşê ev jî dikarin bên çareserkirin.
Di encamê de, divê hemû hêzên Kurd li ser bingehê stratejiya hevbeş têkoşînê bimeşînin. Hemû kes ji vê berpirse. Divê ne berjewendiyên partî, berjewendiyên welat bên bingeh girtin. Em weke tevger, li ser vê bingehê me nîqaş kiriye û biryara bingeh girtina xetekî neteweyî me daye. Ji ber vê jî, ger hemû kes berjewendiyê neteweyî bingeh bigire, wê hem pirsgirêka Kurd a li herêmê bê çareserkirin, hem jî wê krîzên siyasî û aborî yên ku îro li Başûrê Kurdistanê çareser bibin. Divê gelê Kurd jî li hemberî şaştiyên partiyan helwest nîşan bidin. Di demek wiha krîtîk de, li hemberî hemû kesê ku tevlî yekîtiya neteweyî nebe helwest nîşan bidin û wan neçarî hatina ser xeta neteweyî bikin."