Kantonên Rojava yekemîn nûnertiya xwe ya fermî vekir
Nûnertiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê vebû. Di merasîma vekirinê de ku nûnerên gelek partiyên siyasî amade bûn de hat xwestin ku destketiyên li Rojava û Bakur bên destekkirin.
ANF
SILÊMANIYE
şemî, 15 gelawêjê 2015, 13:43
Nûnertiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê vebû. Di merasîma vekirinê de ku nûnerên gelek partiyên siyasî amade bûn de hat xwestin ku destketiyên li Rojava û Bakur bên destekkirin.
Merasîma vekirina bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava Şêrzad Yezîdî axivî û bi xêrhatina nûnerên hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û yên jin û ciwanan ên Başûrê Kurdistanê kir.
Di berdewama merasîmê de Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer axivî û diyar kir ku vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Başûrê Kurdistanê encama kar û xebatên bê navber ên pêkhateyên sê kantonên Rojava ne.
Umer da zanîn ku vekirina nûnertiya Xweseriya Rojava di rojeke dîrokî de ku rastî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hatiye û ev tişt anî ziman: "Bi saya berxwedana Pêngava 15’ê Tebaxê gelê kurd parastina hebûna xwe kiriye. Serketinên li Rojava jî bi vîn gelê Rojava ku li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwe bi rêxistin kiriye, pêk hatiye."
Umer ragihand ku ew bi vekirina nûnertiya Rojava li bajarê Silêmaniyê serbilind in û spasiya hemû kesên beşdarî merasîmê bûne kir. Umer di axaftina xwe de silavên germ ji Serokê YNK'ê Mam Celal re şandin û hêviya şifayê jê re xwest.
MELE BEXTIYAR: EM PIŞTGIRIYA ROJAVA KIR Û EM Ê BIKIN
Di merasîmê de her wiha Berpirsyarê Buroya Siyasî ya YNK’ê Mele Bextiyar axivî û da zanîn ku bajarê Silêmaniyê piştgiriya hemû Kurdistanê kiriye û ev tişt anî ziman: "Em ê heta dawî jî piştgiriya Kurdistaniyan bikin, gelê kurd di demeke hestyar re derbas dibe, li Rojava û Bakur dibistanên demokratîk hene."
Bextiyar da xuyakirin ku Silêmaniyê birayê Qamişlo, Xaneqîn birayê Serêkaniyê û Kerkûk birayê Serêkaniyê ye û wiha dom kir: "Em ji destpêkê ve piştgiriya Şoreşa Rojava dikin, ji guleya yekem ku li Serêkaniyê hate teqandin û heta ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk me piştgiriya xwe didomînin. Dema gelê Rojava şerê çeteyên DAIŞ’ê kirin, me piştgirî kir û niha jî dema yekem nûnertiya Rojava li Silêmaniyê tê vekirin."
'ME RÊYA KOLANDINA XENDEKAN NE PEJIRAND'
Bextiyar destnîşan ku ew ji destpêkê ve li pişt şoreşa Rojava sekinin û axavtina xwe wiha domand: "Me hemû deriyên dîplomasî li pêşiya Şoreşa Rojava vekir. Di encama xebatên hatin meşandin de nûnerê Rojava li Ewropa û qesra Elîzabêt civiyan, ev yek di çarçoveya xebatên demokratîk de pêk hatiye. Me ti carî rêya kolana xendekan û dijîtiya Rojava ne pejirandiye."
Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şêrzad Yezîdî spasiya YNK’ê li ser helwesta wan a piştgiriyê ku ji destpêka şoreşê pêk hatiye kir.
Endama Buroya Siyasî ya YNK’ê û hevjîna Mam Celal Telebanî Hîro Îbrehîm Ehmed û xwişka wê Şehnaz qeftek gul bi boneya vekirina nûnertiya Rojava şandin.
Piştî axaftinan nûnertî ji aliyiê dayîkên Tekoşer Sêrwan Osman Resûl ê di berxwedana Hesekê de jiyana xwe ji dest da Şehla Osman, dayîka şervanê YPG’ê Giwara ê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da Emîna Mihemed Hesen û dayîka şervanê YPG’ê Manî Cûdî yê di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan Lema Ehmed Hesen hate vekirin.