Jinên Wanî operasyonên qirkirinê protesto kirin

Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Wanê li hemberî operasyonên qirkirina siyasî yên binçavkirin û girtinê hatin cem hev û bertek nîşanî operasyonan dan.

Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Wanê li hemberî operasyonên qirkirina siyasî yên binçavkirin û girtinê hatin cem hev û bertek nîşanî operasyonan dan.

Di çarçoveya konsepta şer a AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin operasyonên qirkirina siyasî jî pêk tên û siyasetmedarên Kurd û bijarteyên Kurd tên binçavkirin û tên girtin. Endamên KJA'yê yên Wanê li Parka Feqiyê Teyran a Wanê hatin cem hev û bertek nîşanî operasyonan dan. Parlamentera HDP'ê Tuba Hezer, rêveberên jin ên HDP û DBP'ê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşma, "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Rêveberê DBP'ê ya Wanê Alev Kaya daxuyanî xwend. Kaya diyar kir ku di demên dawî de AKP û Erdogan operasyonên binçavkirin û girtinê li dar xistin û wiha got: "Hikûmet û Serokkomar ji bo gelan ceza bike welat ber bi şer ve bir. Heke toros, TOMA, panzer û çekên we hebin hêma me ya têkoşîna bi salan, jinên me yên rêxistinî û gelê me heye. Di vê demê de bi taybet jinên hatin hilbijartin di hedefê de ne. Lê teqez li hemberî van êrîşan em paşda gav navêjin."

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşman bi dawî bû.