Jinên çûn Cizîrê: Gel aştiyê dixwaze

Korkûtan û Îltemûr ên li se banga Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê çûn Cizîrê, destnîşan kir ku tevî êşa mezin a bi serê jinan de hatî, hînê jî aştiyê dixwazin.

Jinên li ser banga Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê çûn Cizîra 21 kes ji aliyê dewletê ve lê hatin qetilkirin, lêkolînên xwe temam kirin. Jin wê çavdêriyên xwe roja Yekşemê li Stenbolê bi civîneke çapemeniyê aşkera bikin.

Endama Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê û Komeleya Piştgiriya Jinê ya IMECE Tulay Korkûtan got, "Li Cizîrê, tevî êşên gelekî giran jî mirov aştiyê dixwazin. Lê belê aştiyê bi tenê bi bêdengbûna çekan pênase nakin. Aştiyeke ku nasname, ziman, hebûna wan tê naskirin û jiyaneke wekhev tê jiyîn, dixwazin. Em çûn mala Cemîle û Maşallah ên hatin qetilkirin. Li wir jî heman mesaj ji me re hat dayîn."

Korkûtan anî ziman ku jin bi awayekî aktîf di nava berxwedanê de cih digirin û got, "Jinan di dema berxwedanê de komun av akirine. Mînak, xwarina li hemû malan li malekê kom kirine û li mutbexên komun hatine amadekirin û li taxan hatine belavkirin. Me li vê derê dît ku zarok jî gelekî polîtîk bûne. Li her cihê em çûn, bi dirûşme û sirûdan em pêşwazî kirin."

Korkûtan got, "Dewletê bi hilbijartina Cizîrê re ji cihekî şaş destpê kiriye" û destnîşan kir ku mirovan li vê derê jiyaneke ava kirine û gelekî rêxistinbûyî ne. Korkûtan got, "Dora navçeyê hatiye girtin. Lê belê polîs û leşker nikarin bikevin nava taxan. Ji ber ku ji kalê 70 salî heta ciwanan her kes xwe diparêzin. Gel dibêje çi dibe bila bibe ew ê li hemberî êrîşan li ber xwe bidin, xaka xwe neterikînin."

Korkûtan da zanîn ku ew ê di 27'ê Îlonê roja Yekşemê de li Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin û çavdêriyên xwe bi berfirehî bi raya giştî re parve bikin.

Li ser navê SKM Munevver Îltemûr a li ser banga Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê çû Cizîrê, got, "Her cûreyê zilmê li wir hebû, di heman demê de berxwedaneke muezem lê hebû."

Îltemûr ji bo berxwedana gelê Cizîrê got, "Em çûbûn ji bo piştgiriyê bidin wan, lê wan hêz dan me."

Îltemûr di dewama axaftina xwe de got, "Gel di her firsendê de got Cizîr dergûşa şaristaniyan e, mîna sala 1992'an wê ti carî teslîm enbe. Ya ku me dît; dewlet li Cizîrê tinebû."

Îltemûr bal kişand ser xweparastina gel û got, "Li 3 taxên mezin xweparastin tê kirin. Xendek hatine kolandin, bend hatine danîn. Bi şev nobed tê girtin. Dewlet nikare bikeve van taxan. Gel gelekî ji xwe bawer e û bi hêvî ye."