Jinan AKP’ya sûcê şer kir protesto kirin
Jinan li Enqere û Sêrtê înfaz û îşkenceya li hember cenazeyê şervana YJA STAR Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Gimgimê hat qetilkirin protesto kirin.
Jinan li Enqere û Sêrtê înfaz û îşkenceya li hember cenazeyê şervana YJA STAR Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Gimgimê hat qetilkirin protesto kirin.
Jinan li Enqere û Sêrtê înfaz û îşkenceya li hember cenazeyê şervana YJA STAR Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Gimgimê hat qetilkirin protesto kirin.
ENQERE
Endamên Platforma Jinan a Enqereyê ku ji nêzî 30 rêxistinên jinan pêk tê ji bo teşhîrkirina cenazeyê îşkencekirî yê şervana YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Gimgimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, şermezar bikin li Cadeya Yukselê daxuyanî dan. Jinan nerazîbûna xwe bi pankarta "Dewlet dema xwe ji bo îşkenceyê tazî dike jin berxwedanê li xwe dikin" anîn ziman.
Jinan di çalakiyê de dowîzên li ser wêneyên Serokkomar Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî heye û nivîsa "Ji mirinan berpirsyar in" "Silopiya, Gimgim, Farqîn. Dewlet li pey qetlîamê ye" hilgirtin û dirûşma" Qatil dewlet ji Kurdistanê bicehime" berz kirin.
'SÛCÊ ŞER PÊK ANÎ'
Endama Platforma Jinan a Enqereyê Pelîn Kalkan got, "Tirkiye dişewite. Farqîn dişewite. Gimgim dişewite. Şemzînan dişewite. AKP dixwaze li ser komkujî, nîjadperestî û dijmintiya li hember jinan desthilatdariya xwe bixe garantiyê. Dewletê dema Ekîn tazî kir, perdeya li ser serweriya xwe ya mêr a tecawizkar ji nû ve rakiriye. Derxistiye holê ku dijminê jinan e, ji ti nirxan re hurmetê nake û sûcê şer kiriye. Lê belê êrîşan encama hêvî dikirin çênekir.
Di çalakiyê de peyama wê jin têkoşîna aştiyê bilind bikin hat dayîn.
SÊRT
Li Sêrtê jî hevparên KJA'yê ji bo şermezarkirina pêkanîna ne mirovî ya li dijî cenazeyê Ekîn Wan daxuyanî dan. Jinan di çalakiyê de pankarta "Kevser Elturk (Ekîn Wan) rûmeta me ye" vekirin. Li ser navê KJA'yê Şehnaz Taniş axivî û diyar kir ku çanda tecawîzê ya dewletê careke din li Gimgimê xwe daye der. Taniş got ku îşkenceyên ku li dijî cenazeyan tê kirin ji aliyê Dadgeha Cezaya Navneteweyî ve wekî sûc tê dîtin.
Taniş destnîşan kir ku îşkence û teşhîra li dijî cenazeyê Ekîn Wan hatiye kirin li dijî hemû jinên Kurd û jinên cîhanê yên bi paradîgmaya azadiyê ve derketine rê pêk hatiye û xwest li dijî van pêkanînan lêpirsin bê destpêkirin. Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.