Ji zîndanê ber bi çiyê ve: Çîroka reva girtiyên PKK'yî

Hewldana serketî ya fîrarê, ku di êvara 5'ê Adarê de pêk hat û dewlet di sibeha 6'ê Adarê de pê hesiya, mejiyê dewleta Tirk şeht kir. Bi ser de nîvê kesên reviyan, ew kes bûn ku li Çewlikê hatibûn zevtkirin.

Piştî hewldana firara Girtîgeha Çewlikê girtiyên ku hatin zevtkirin sirgûnî gelek herêmên din kirin. Ji van sê jê, Devrîm, Diyar û Osman, girtiyên PKK'ê, piştî demekê şandin Girtîgeha Tîpa F'yê ya Wanê. Ev neqil ji bo wan fersendeke mezin bû. Ji bo her sê girtiyên PKK'ê ku berê li Zindana Amedê mabûn derfeteke nû çêbûbû. Piştî bi ser neketina hewldana firarê ya Çewlikê têk neşikîn, ji nû ve bûyina xwedî îdîayeke bi vî rengî, dîtina rêyeke dî ya xilasbûnê ji vê zindanê ku dewleta Tirk bi pesindarî behsa vê zindanê dikir, bi wan wekî xeyalekê hatibû.

Hewldana fîrarê ya ku êvara 5'ê Adara 2016'an pêk hat û 6'ê Adarê sibehî pê derxistin ji vê helê ve mejiyê dewleta Tirk şeht kir. Bi ser de nîvê kesên ku firar kirin, dîsa ew kes bûn ku li Çewlikê hatibûn zevtkirin. Di demeke kurt de hikûmeta AKP'ê nûçe weşandin û gotin, girtiyên PKK'ê yên ku firar kirin li ser sînor hatin kuştin. Lê piştî demekê yek ji rayedarê PKK'ê, Murat Karayilan di nirxandinekê de ew mizgînî da ku PKK'yiyên ku firar kirine, gihaştine çiyayên Kurdistanê. Piştî Çewlikê tiştên ku li Amedê hatin jiyîn, gav bi gav pêvajoya firarê û dîsa meşa wan a li çiyayên Kurdistanê weke gerîlayên azad, em bi girtiyên PKK'ê Devrîm KAVAK, Diyar KAYDÛ, Osman KILIÇ re nîqaş dikin

Hûn hatin Amedê, li Amedê fikra hewldaneke din a firarê çawa bi we re çêbû? Wan rojên pêşî hûn dikarin ji m re bibêjin?

Diyar KAYDÛ: Ev jixwe pêvajoyeke dirêj bû. Dema ku em hatin Amedê em li odeyan belav bûn. Ew lêgerîn tim bi me re hebû. Em berê jixwe li girtîgeha Amedê mabûn. Niha helbet em çûbûn Çewlikê, me firar kiriye û em hatine girtin. Hevalên li wir jixwe hemû me nas dikin. Ji ber xwe ve jixwe wan jî nêzîkatiyeke wiha nîşanî me didan. Ên ku pêşî çav li me diketin, digotin, ka em çawa bikin, em çawa birevin? Ji wan weye ku em bûne pisporê vî karî...Ên ku dibihîstin dihatin diaxivîn, hinan rexne li me dianîn, hinan destek didan. Piştre bi hin hevalan re me dest bi nîqaşê kir. Nîqaşên me bêhtir li ser tûnelê  rûdiniştin. Me hin pêşniyarên xwe dane hevalan lê nehatin qebûlkirin. Me jî di nav çarçoweya tûnelê de planek çêkir ku em vî karî bi veşartî bikin.  Wê demê ez çûme odeya ku hevalê Osman lê dima, ji bo tiştên ku em bikin em hinekî lebikîn. Rewş wiha bû; ango me dixwest em tiştinan bikin, ji bo vê jî divê em bikaribin biçin odeya ku em dixwazin biçinê. Ev meseleya verastkirinan 3 mehên me birin. Herî dawî me got em verastkirineke demdemî bikin, me got ji hindikayî ve em du sê heval werin cem hev, em binerin. Me wiha jî kir. Ev plansazî hê teqez nebûbû biryar. Piştî heftiyeke dî em bi hevalan re hatin cem hev, em sê û sê dihatin cem hev û me ew vediguhaztin ji bo hevalan,  wan jî fikrên xwe digotin. Me got, em ê xwe ji dîwaran biqevêzin û vî karî bi ser bixin. Haziriyên hevalê Merwan û Rojhat hebûn, di cihê hewa standinê de quleke biçûk vekiribûn, ji wir çûnûhatina dijmin kontrol dikirin. Piştî ku biryar hate girtin, xebat bi awayekî rêkxistî berdewam kirin.

Plana we çi bû?

Devrîm KAVAK: Bi sê kesan ev karê tunelê nedibû jixwe. Tişta ku  me dixwest bikin jî me nedikarî. Odeyek hebû ku me dixwest em biçinê, lê qet nebû. Piştî ku ew nebû, em li ser ên din sekinîn. Ew jî palana derbasbûna ji wan dîwaran bû. Her yek ji me li odeyên cihê dima. Em li odeyên wiha bûn ku me dikarî bi hev re têkevin têkiliyê. Êdî plan bû ev û ji bo keşf û amadekariyên vê em xebitîn. Demekê em li ser hêla wê ya teorîk xebitîn. Heftiya duyan a mijdarê me dest bi xebatên berbiçav kir. Pêvajoya wê nîqaşên bêhtir teorîk bûn. Di mijardarê de guherînên me çêbûn,  di heftiya duyan de me dest bi xebatên pratîk kir.

JI BO ROJA FIRARÊ ME DEST BI SPORÊ KIR

Wexta ku dibêjî plansazî qonax bi qonax we pêşbîniya çi dikir, bi awayekî ber bi çav we yê çawa dîwar, têl û hemû astengên din derbas bikirana?

Pêşî diviya me xwe bigihanda dîwêr. Odeyên ku em lê diman ji hev serbixwe bûn. Pêşî hatin û çûna vê wê çawa bûye, diviya me ev çareser bikira. Ji bo vê jî diviya me derdora xwe nas bikira.  Pêşî me pêşbînî dikir ku em xwe ji kamera, têla direhî ya Elman, piştre xwe yek bi yek ji dîwaran xilas bikin, bi meşa li ser zik yek xwe ji qada ku leşkeran nobet lê dikir derbas bibin, herî dawî jî me xwe di ser têlan re bavête û xwe ji girtîgehê xilas bikira.  Lê ji bo vê jî diviya du odeyên dî baş keşf bikira bê ka li derve çi dibe. Ji bo kirina vê jî pêdivî bi fîzîkeke xurt hebû. Piştî plan berbiçav bû êdî me dest bi sporê kir. Zindan e, beden sist e, tevgereke wiha giran nîn e. Jixwe hûn li şaneyê ne, hûn ji hemû çalakiyên sosyalî hatine bêparkirin. Niha jî divê em bi werîs ve hilkişin, ji bo ku em dîwêr derbas bikin.
 
Bi temamî sê asteng li pêş we hebûn?

Ya rast gelek asteng hebûn lê yên sereke ev bûn. Ji bo ku firar wê ji du odeyan pêk bihata, pêşî diviya yên odeyê bihatana cem hev. Piştre me odeyeke dî jî derbas kir, em derbasî wê odeyê bûn ku seheya fitbolê li wir bû. Ji vir li ser zik em ê bimeşiyana û em ê biçûna beşê ku têlên direhî lê ne. Dema ku em bigihaştana wir, me yê elektrîk qut bikira û di wê maweya de ku jenerator wê sazkar bibûya têl qut bikirana û xwe bigihandana heta bi dîwarê dawî. Li vir jî her wiha kamera û kulubeyên leşkeran hebûn ku nobet lê digirtin. Piştî demeke dirêj a keşfê encamek wiha hatibû derxistin, heftiyê rojekê  kulube vala dihate hiştin. Me yê roja firarê bianiya vê rojê, me yê di ser kulubeyê re xwe ji dîwaran biqevasta û wiha em ê derbiketana derve. Plana pêşî ev bû, demeke dirêj jî plan li gorî vê berdewam kir. Piştre me du caran ceriband. Me elektrîk da qutkirin, li gorî dema ku me hesap kirî nedibû. Piştre me pê derxist ku çi dema ku em dixwazin em nikarin elektrîkê qut bikin, me qut bikira jî ew dema ku ji me re hewce bi dest me nediket. Dîsa divê rewşa xirabûn hewayê, valabûna kulubeyê di heman demê de em li hev rast bînin. Plansaziya dawî şertên berbiçav li me ferz kirin.

Yanî we gelek caran plan nîqaş dikir

Osman KILIÇ:  Heme ev tiştên ku hatine gotin, hem haziriyên ku hevalên me behs kirin, li ser têkilî, amûr, cihên ku em ê biçine û hwd nîqaşên me kûr dikirin. Ku rojeke berfê be, me ji qumaşê spî kamûflajek çêkiribû. Li gorî şertên hewayê jî me haziriyên xwe kiribûn. Carekê elektrîk qut  bû, jenerator nêzî    20 deqeyan sazkar nebû, wê demê ji ber ku haziriyên me nebûn, me nikarîbû biçin. Li ser cihên ku em ê biçinê me nîqaş dikirin. Me pêvajo jî dişopand. Pêşî me digot em ê biçin Rojava û tevlî pêvajoya şer bibin. Em hemû gerîla bûn, tecrûbeyeke me ya şer hebû. Piştî ku berxwedana li hin bajar û navçeyan çêbû, Sûr û cihên ku berxwedan lê hebû jî hatin nîqaşkirin. Piştî wext derbas bibû, zelal bû ku beriya kanûnê em ê li bakur bimînin. Gelek hevalan wiha biryar dan. Hem haziriyên çavdêriyê, teknîk, fizîkî û gelek haziriyên din hatin kirin. Di vê demê de hin qeza jî çêbûn. Hevalek ji ser dîwêr ket, kaboka xwe ji 3 deveran ve şikand. Diviya hem heval û hem jî îdare bi vê nehisiyana.
Heta ku me encamek bi dest bixista me ceribandinên xwe dikirin, em bi pêş diketin û li gorî rewşa ku derdikete pêşiya me, me plana xwe diguhart. Hema hema 20 caran me xwe ji dîwaran diqevast, asteng li pey xwe dihiştin, em diketin herêma leşekeran û dîsa li odeyên xwe vedigeriyan. Hevalê pêşî dema ku dîwar derbas kir û dakete aliyê dî yê saxlem ji bo me weke serkeftineke mezin xuya dikir  û wiha hate hîskirin. Her qonaxek wiha pêk hat. Mînak, beriya ku em firar bikin bi 12 rojan me têl qut kiribûn û hazir kiribûn.

PÊŞÎ ME DÎWARÊN PSÎKOLOJÎK DERBAS KIRIN

Di vê pêvajoyê de li Amedê kesê ku hêviya wan şikestî hebûn?

Devrîm KAVAK: Karekî pir bi rîsk bû. Ev rêbazeke cihê bû û nehatibû ceribandin. Heta wê demê kesekî li girtîgehê tiştekî wiha neceribandibû. Hêla psîkolojîk pir girîng bû, a rast beriya dîwarê ku me yê xwe di ser biqeveasta, diviya pêşî me xwe ji ser dîwarê xwe bi qevasta. Mînak destpêkê me werîs ji xwe re çêkirin. Hûn hewl didin ku werîsan bi cihekî ve girêbidin, dema hûn wê dikin jî wê werê ditîn an na, piyên me li dîwêr diketin, ew tirsa kes wê bibîne yan na bi me re çêdibû. Em wiha gav bi gav bi pêş ketin. Bi her gavê re me ew dîwarê psîkolojîk derbas kirin. Herî dawî dema ku me têla pêşî qut kirî, em rojekê heta sibehê li wir man. Dema ku me cara pêşî têla alarmê birî, weke du postayan em heya saet 03.00'an li wir mabûn. Êdî tehm di wir de nemabû, me çend caran civîn li wir çêkirin. Di nav dijmin de, li cihekî wiha ku ew qas kamera lê hene, li cihê kulubeyê me civîn kirin. Bi ser de dengê hevalê Ulaş kêm nabe, kuxik dihatiyê. Dema ku me ev dikirin wiha bi hêsanî nebûn, em gav bi gav çûn. Şikestin, hin demên ku em diçûn hendefan nebûn? Belê hebûn. Ew jî di rêbazê de problem hebûn. Me aliyê xwe dizanî, haziriyên teknîk û taktîk hebûn, lê me wext nedikarî diyar bikira. Em li benda rojeke baranê bûn, rojeke bi mij lê nebû. Dîsa me digot bila kulube vala bibe em ê piştre biçin, kulube vala bû lê me nekarî em biçin. Elektrîk çû, nêzî 25 deqeyan nehat,  jenerator nexebitî, lê dîsa jî me nekarî em biçin. Sedema vê sedemên psîkolojîk bûn.

Ev meseleya kulubeyê, bi şopandina kulubeyê we yê dest bi tevgerê bikirana. Meseleya kulubeyê çiye?

Meseleya kulbeyê, piştî ku hevalan demeke dirêj şopandin, pê derxistin ku serê 3-4 şevan rojekê vala dimîne.
Ango  li pêş we kulubeyek heye, ji bo we dibe asteng, we ew şopand, we valahiyek dît û we yê li gorî wê tevbigeriyana..
Belê, sê kulube li pêş me hebûn, di navbera her yekê ji van de 50 metro hene. Kulubeya navîn a li ser rêya me vala dihate hiştin; di navbera saetên 18.00'an û 20.00'an de yan jî 20.00 û 22.00'an de vala dihate hiştin. Me ev dît û ev ji bo me avantajeke mezin bû. Êdî dima ku rewşa hewayê xira bibe.

Ango diviya valabûna kulubeyê û şertên xirab ên hewayê li hev rast bihatana..

Belê, me pir li rewşa hewayê diopand. Her şev em diçûne cihê hewa standinê û heta bi nîvê şevê, berê sibehê em li benda fersendekê bûn. Herî dawî 5'ê Adarê di navbera 18.00 û 20.00'an de me dît ku kulubeya nobetê vala ye, hemû haziriyên me hebûn, cilên me yên kamufleyê, çarşev. Li cihê ku jê re qada naverastê digotin mesafeyekê hûn li ser zikê xwe diçin, me çarşevên di rengê aslaftê de hazir kirinne, me giyayê hişbûyî li ser daniye. Me maske dane ber rûyê xwe, tenê çavê me xuya dikin, ji bo kûçik me tevdîra xwe girtiye. Ji bo ku em ji hev agahdar bin, me kevir kirine berîkên xwe. Dîsa weke tevdîrê ji bo ku tiştekî ku em xwe pê biparêzin nebû, me şîş peyda kirine û serê wan tûj kirine.

DU MEHAN HER ŞEV EM LI BENDA WÊ KÊLIYÊ BÛN

Hûn dikarin behsa wê rojê, ango roja firarê bikin?

Diyar KAYDÛ: 5'ê Adarê hewa xira bû. Wek ku bi hemû hevalan re ew hîs çêbû ku wê tiştin bibin. Saet 18.00'an derî hatin girtin. Gardiyan hat û hijmart û çû. Em jî çûne ser dîwêr. Me ji ser dîwêr nerî bê ka guherîna nobetê wê çawa be. Baraneke pir xweş lê kir, tavek bû ji xwe. Baran ew qasî xurt bû, leşkerên ku nobet diguhartin bi minîbûsan hatin. Piştî ku demekê me şopand, me dît ku leşker li wê kulubeyê nedanîn. Me di cih de dest bi pêkanîna planê kir. Piştî ku me got kulube vala ye, me derence ji ber ku cihê ku kontrola nobetê dikir û cihê em diçûne ser cihê bûn, me derence danî cihê ku em pê hilbipekirinê.

Li du odeyên cihê heman hewldan çêbûye ne?

Belê, du odeyên cihê ne. Jixwe ku tê dîtin kulube vala ye, ji min re hate goin ku zû ez hevalan 
agahdar bikim. Min jî di cih de xwe avêt û çûne odeya ku heval lê diman. Hevalên li odeyên dî jî hazir bûn. Jixwe her şev me xwe hazir dikir û li bendê bûn. Du meh wiha derbas bûn. Ji ber ku her şev dibe ku ev tiş bibûya. Em tim hazir bûn, heta 23.00-24.00'an. Ez çûm û min li dîwêr xist, min ji hevalan re got temam e, em diçin. Bi vî awayî bi werîsan em hilperikîn ser dîwêr û me ji dîwarê pêşî avêt. Piştre têlên direhî hene li beşê hundir.

Piştî ku we xwe ji dîwarê pêşî qevast ber bi têlan ve hûn ziko ziko diçin...

Belê, ziko ziko û nêzî 60 metroyî heye. Belkî zêdetir jî. Li ser me kamuflaj hene, bi wan kamuflajan me daye pey hev. Her şev ji bo ku em nehêlin kamera cihê ku em ê têre biçin bibîne, me poşêtên vala bi têlên direhî ve dikir. Vê dikirn ku kamera xeta ku em ê têrê biçin nebîne. Li Amedê ji ber ku ba hebû, hin poşêtên çopê û hwd bi têlan ve dialiqîn.  Me jî bi vê rêbazê bi poşêtan cihê ku kamera em lê ne didît perde dikirn.
Me da pey hev. Me dor çêkiribû weke ya Çewlikê. Nêzî nîv saetê em ziko ziko çûn. Em pir bi giranî diçûn. Gav bi gav... Ji bo ku dema kamera bibîne an jî leşkerek bibîne her tiştî fêhm neke. Çûyina me ya ziko ziko heta ku me xwe gihandî kulubeyê saetek û nîva me bir. Lê tevde mevde qey 100 metro hebû.

Berê we gotibû me têlên direhî qût kiribûn. Ziko ziko hûn çûne vî cihê ku we birî?

Belê. Dema ku em gihaştin cem têlên direhî, hevalê ku berê ev qut kiribû, hinekî tevlî hev kir bê ka ji kû ve birî ye. Nêzî 10 deqeyan lê geriya. Dema ku em gihaştin ba têlê dema dewriyeyê bû. Ew metirsiya ku wê dewriye were bi me re çêbû. Niha ku dewriye bihata û em li hêla dî ya têlan bûna, îhtîmala ku me nebînin zêde bû. Ji ber ku kamuflas hebûn, wê derbas bibin. Jixwe pir ne baldar in. Em hinekî sekinîn, wê kêliyê kûçik hat. Hevalan ji me xwestin ku em xwe nelebitînin. Me kamuflaj li ser xwe avêt. Me bêvila xwe girt. Kuçik derbas bû û çû. 19.00 û deh deqe em tevgeriyan, me yê têl li pey xwe bihişta. Em ê têla alarmê li pey xwe bihêlin, heval têla alman vekir, li pişt wê jî têlek hebû, hevalan ew jî hazir kirin. Ziko ziko em çûne heta bi cem kulubeyê. Li bin kulubeyê em civiyan, em hemû hatin cem hev. Li gorî hesabê me yê pêşî ku em biçûna ser milên hev em ê bigihiştana dîwêr. Hesabê me li hev derneket, em tam nedigihaştin. Li cihê ku em ê têra biketana kulubeyê têla alman hebû. Diviya me ev têla alman derbas bikirana, ev jî pir zehmet bû. Êdî hevalê Merwan bi hêza îmanê dest li kar danî, bi destê xwe çû û kete hundirê kulubeyê. Di nav birînan de mabû lê dîsa jî deriyê wê vekir. Em jî yeko yeko ketin kulubeyê. Me şelît bi xwe re biribûn. Ji bo ku em biçin ser dîwarê dî me şelît bi wir ve girêda. Hevalan ji wê şelîtê yeko yeko wê xwe berdana û biçûna. Dîwarê dawî bû êdî, hevalan yek bi yek xwe berdan.

ME BI DESTÊ HEV GIRTIBÛ Û ME BAZ DIDDA

Hûn ji girtîgehê derketin piştre çi bû?

Devrîm KAVAK: Piştî ku me xwe ji dîwêr avêt, têkildarî aliyê dî ti agahiyên me nebûn. Lê me dît ku ronkahiya li derve du caran li ya hundir bû. Dîsa em pê dizanin ku têleke dî jî heye. Ku têl hebe, ji bo ku em qut bikin me penseyek bi xwe re biribû. Me lê xist û em ji cihê ronkahiyê çûn. Bi carekê re ji erdeke cotkirî em derbas bûn. Piştre em beziyan ber bi cihê ku mal lê hene. Em tenê dibezin (bi ken...) weke Şener Şen em dibezin. Hin heval bi destê hev girtine, kelecaniyeke ecêb hebû. Ji mêj ve me oksîjen jî ev qasî nestandibû. Her tiştî şaşwazîker bû. Em li pey xwe jî dinerin bê ka deng heye yan na, em şeş kesan re wiha dibezin,  weke nêçîrvanan.
Helbet hin kêmasî jî çêbûn. Me xwest em xwe bigihînin hin hevalan. Piştî hin kêmasiyan koma me ya ku bû du beş bi heman erebeyê em ber bi çiyan ve çûn.

Êdî hûn azad in. Dema ku hûn gihaştin qadên azad, hûn gihaştin gerîla hûn ê çi bibêjin?

Osman KILIÇ: Rast e, em ji girtîgehê derketin lê em ne di ewlehiyê de ne.
Ez dibêjim qey dawiya firara Çewlikê di vir de pir bi bandor bû...
(Bi ken...) Teqez wiha ye. Ku em bigihiştana çekan an jî hevalên gerîla em ê di ewlehiyê de bûna. Em bi wesayitan çûne qada ku gerîla lê diman,em çûne gundekî. Heval jî ji mala ku em çûnê beriya bi çend deqeyan derketine. Piştre ji hin deveran me 3 çek û teşhîsata leşkerî dît. Gundiyan israr kir ku em bimînin, lê me got em nikarin li mal bimînin. Ji bo ewlekariya wan jî ev a herî baş bû. Em çûne araziyê û roja dî saet 9-10'an milîsek hat û em birin cem hevalan.  Me got êdî em di ewlehiyê de ne. Me hişk heval hembêz kirin. Helbet ji bilî hevalên di rêveberiyê de kesek nizanîbû çi bi serê me hatiye. Me jî nedigot. Ji bo ewlehîyê demekê diviya wiha bûya.
Ji kelecaniyê du şevên pêşî me nikarîbû em razin. Ez, Şoreş, Merwan û hevalekî dî li cihekî bûn. Min ji wan re got, ''hûn razin, ez ê di nobetê de bim.'' Min nerî ew jî nikarin razin. Ji kelecaniyê û kêfxweşiyê me nikarîbû em razin.

Tiştê ku hûn jiyan niha bi we çawa tê?

Devrîm KAVAK: Belkî di sîsika me de ev heye...Bi serê hevalên gerîla de gelek bûyerên ku tam me fêhm nekiriye, esrarengîz derbas bûne. Dawiya dawî em jî gerîla bûn. Piştî çend ceribandinan em bi ser ketin. Dema ku mirov wiha dinere, demên bi macera bûn. Lê ev bi xebatên pratîk ên 7 salan û haziriyên firarê yên 2-3 salan derbas bûn, wextê dî yê mayî xwefêhmkirin, xwenaskirin bû. Ev jî kevirên bingehîn bûn yên ku em gihandin azadiyê. Ji hêla fizîkî ve pir zor li me bû, ji ber ku me nekarî tevlî pêvajoyê bibin em vê hîsa di bin de manê pir jiyan. Jixwe girtina me derdekî dî bû ji bo me. Rexnedayike mezin hebû ku diviya bihata dayin. Lê li gel vê pêvajo pir zû bi pêş diket. Komkujî hebûn, şer berfireh dibû û 24 saetan me ev dişopandin. Piştî demekê mirov nikare ragire. Bi taybetî dema ku me li pêngava şerê şoreşgerî yê gel ê dema 2012'an dinerî, dibihîst û şehîdbûna hevalan dema ku em hîn dibûn, mirov parçe parçe dibû, di bin de mayina vê em pir dijiyan. Me rêyek dît ku bi temamî em tevlî vê pêvajoyê bibin. Diviya me biceribanda, tişta ku em dikirin em ev bû. Îhtîmaleke pir biçûk bû ku em xilas bibûna lê diviya me hev bikirana. Heke wê bihatana ceribandin jî ji bo serkeftinê diviya bihanata ceribandin.

DEH METRO MABÛN!

Di pêvajoya firarê de çend bîranînên balkêş ku di bîra we de mane hene wek got...

Devrîm KAVAK: Çawa nîn in! Mînak dema ku em li Çewlikê bûn, 1'ê Nîsanê me got em henekekê bi hevalan bkin. Min nivîseke pir biçûk nivîsî. Wek ku ji rêveberiya rêxistinê hatibe, min gotibû ev xebat qediyaye, me got êdî em nikarin berdewam bikin û nehatiya qebûlkirin. Min şande ji hevalên dî yên li odeyên jêrê diman. Hevalên Ozan û Doktor li wir bûn. Pencereya odeya me li pencereya odeya şeşan dinerî. Piştî ku min ew not şand, ji pencereyê min hinekî xwe dûr xist û li wan dinerî. Ozan nîşe xwend. Piştî ku xwend rengê wî guherî. Ew di cih de çû. Piştre bang li Doktor kir û nîşe da doktor. Doktor piştî ku nîşe xwend hêrifî. Weke her carê rahişte çixareyê. Çixare kuşkuşand. Em jî li jorê dikenin. Me çi qasî ew dişopand, me bi xwe nikarîbû. Hindik maye bibe hîqehîqa me lê em xwe kontrol dikin. Nîqaş dikin, lê dengê wna tê me., ''ti nemabû ku kar biqede, rêxistin çima biryareke wiha dide, deh metro mabûn'' Pir dubare dikir, ''deh metro mabûn'' Min jî hew xwe girt, hatim ber pencerê û min got, ''çima moralê we ne baş e?'' Hevalê Ozan got, ''te nîşe nexwend?'' Min jî got, ''na, min nexwend. Nîşe çawa hat, min da te.'' Helbet hê jî dikenim. Hevalê Doktor bi carekê re teqiya, ''tu çima dikenî, dizanî rewş çiye?'' Ew çi qasî diaxivî ez dikeniyam. Herî dawî çend tişt gotin, min nema bi xwe karî. Wî hê jî xwe aciz dikir û diqêriya, hinekî dî bi ser de biçim wê gotinên giran bike. Êdî min rastî ji wan re got, min got, ew nîşe min nivîsiye. Helbet wê demê rih bi herdu hevalan, bi Doktor hat.

Ez dibêjim qey tu yê jî tiştekî bibêjî...

Osman KILIÇ: Roja yekşemê tîrêj xuya bûbûn. Roja duşemê dema ku amadekariyên derketinê dihatin kirin, gardiyanek hate cem Doktor û got, ''min xewnek dît, we fîrar dikir û hûn dîsa hatibûn girtin.''  Reng ne li min û ne lî li hevalê Doktor nemabû, hema wilo me li hev nerî. Zilêm ji kû fêhm kir, gelo mesaj da..Xewnên ku di wê pêvajoya tunelê de bihatana tomarkirin çend cîld pirtûk wê jê derketana. Hema hema hemû xewn bi tûnêlê re têkildar bûn, bi ewlekariyê re.

YÊN MAYIN BILA ZANIBIN KU EW NEHATINE JIBÎRKIRIN

Di vê serketinê de ê ku herî pir hêz dida we û hûn motîve dikirin çi bû?

Diyar KAYDU: Rêbertî, çiya, jiyana gerîla, partî..Bi taybetî jî jiyana gerîla. Di jiyana xwe ya berê ya dema gerîlatiyê de me bi qedrê vê zêde nedizanî. Girtina me encama vê bû. Ji ava Kurdistanê bigire ta bi dareke wê, me nedizanî bê ka em çawa nêzîkî wê bibin. Me qîmetê wê nedizanî Bi taybetî dema ku Rêberî hate girtin em hay ji vê çêdibûn, eşqa me çiyan e, jiyana gerîla ye. Dema ku mirov wiha difikire, tekane cihê ku mirov dixwaze bigihijiyê qadên gerîlan ne, çiyayên Kurdistanê ne. Armanca me tenê ev bû. Tenê devera ku em lê diponijîn, me dixwest em biçinê ev der bû. Bi gumana min fikra hemû hevalan ev bû.
Li Çewlikê hin heval hebûn me bi hev re firar kiribû, hin heval hebûn ku demeke dirêj me bi hev re par ve kir. Ew li girtîgehê ne. Bila zanibin ku me ew ji bîr nekirine. Dîsa li Amedê hevalên me hene. Deynê me yê rexnedayinê li wan heye. Em bi vê dizanin û li gorî vê dijîn.

Osman KILIÇ: Em pêşî li Stenbolê hatibûn girtin. Dema ku em çûbûn Stenbolê ji bo rewşa Rêbertî lêgerînên me hebûn. Li girtîgehê em mehcûb bûn ji bo vê. Dîsa 2012'an daxwaza me hebû ku em tevlî pêngavê bibin, dîsa me dixwest ku tevlî berxwedana xwerêveberiyê bibin. Dijminek heye, gelê me diçewisîne, çi jî bibûya diviya vîna serweriya dijmin bihatana şikandin. Piştre dîktatorî dibe, azadî dibe, êdî çi dibe. Bêyî ku ev îradeya serweriyê were şikandin li van xakan ne bi wan re û ne jî bêyî wan heqê jiyanê nîn e. Wek mînak zilamê zordar. Ji bo jinê serkeftinek e ku dev ji hevserê xwe berde, lê hişmendiyeke wiha heye ku fersendê nade vî tiştî jî. Hê jî dibêje tu milkê min î. Hîs û psîkolojiya serweriya ev e. Têkikiyên me yên bi dewleta Tirk re bi vî rengî ne. Weke hevalan jî gotî, me hin hevalên xwe li pey xwe hiştin. Li wir di zindanana de ne. Berpirsyariyên xwe yên ji bo wan em dizanin. Dîsa em minetdar î wan kesan in ku di firar Çewlikê de jî û di vê jî keda wan heye.