Ji YPG/YPJ'ê 'Operasyona Tolhildana Şehîdên Kobanê'

YPG/YPJ'ê ji paqijkirina bajarokê Sirîn û derdora wê dest bi operasyona "Tolhildana Şehîdên Kobanê" kir û duh 2 gund ji çeteyan paqij kirin. Li Girê Spî jî hewldana êrîşê ya çeteyan hat şikandin û 3 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li başûrê Kobanê dest bi operasyona "Tolhildana Şehîdên Kobanê" kirine û destnîşan kir ku ev operasyona ji bo paqijkirina bajarokê Sirîn û derdora wê hatiye destpêkirin, bi awayekî serketî dewam dike.

2 GUND HATIN PAQIJKIRIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di çarçoveya operasyonê de gundên Sikeyif û Tirkmên û hin girên stratejîk ji çeteyan hatine paqijkirin, lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal bi dest neketiye.

Li gorî daxuyaniyê, li vê qadê 13 kleş, 25 şarjorên kleşê, 500 fîşekên kleşê, 1 BKC, 10 bombeyên destan, 4 rext û 1 sentrala bêtelan ketine destê YPG/YPJ'ê û operasyon bi awayekî lez dewam dike.

JI ÇETEYÊN HEWL DAN ÊRÎŞÎ GIRÊ SPÎ BIKIN 3 HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku komeke çeteyan a ji 6 kesan duh piştî nîvro hewl dan êrîşî navenda Girê Spî bikin û ev agahî da:

"Bi destwerdana hêzên me re ev kom di cihêkî de hat dorpeçkirin. Di şerê li vê qadê de 3 endamên çete hatin kuştin. 2 çeteyên birîndar bûn jî çûn aliyê din a sînor û reviyan. Operasyona bi armanca girtina çeteyê şeşemîn a ku tê payîn li herême xwe veşartiye berdewam dike.

Di vî şerî de hevrêyekî me ku bi lehengî şer dikir gihîşt şehadetê."